Şerê Îsraîl û Hûsiyan giran dibe

Hûsiyan ragihand ku wê wekî bersiv li hemberî êrişa li ser bendera Hudeydayê, êrişî herêma Îlatê ya Îsraîlê kiriye.

Şerê Îsraîl û Hûsiyan giran dibe
21 tîrmeh 2024   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê Îsraîl û Hûsiyên li Yemenê giran dibe. Artêşa Îsraîlê duh bendera Hudeya ya li Yemenê kiribû armanc. Hatibû diyarkirin ku di encama êrişê de 5 kes mirine û 87 jî birîndar bûne.

Berdevkê hêzên çekdar ên Hûsiyan Yehya El Serai ragihand ku wan li herêma Îlatê bi moşekên balîstîkî deverên aktîf kirine hedef. El Serai êrişa li dijî herêma Îlatê wekî berisv li hemberî êrişa Îsraîlê ya li dijî bendera Hudeyda destnîşan kir.

El Serai her wiha diyar kir ku wan li Deryaya Sor keştiya "Puma" ya DYA’yê bombebaran kir û got, "Dê êrişên li dijî keştiyên Îsraîlê, DYA û Brîtanyayê yên ku ber bi benderên Îsraîlê ve diçin berdewam bikin."

Hêjaya bi bîrxistinê ku Koma "Ensarullah Hûsî" sibeha 19’ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê bi balafireke bêmirov êriş Til Evîvê kiriye. Desthilata Îsraîlê jî diyar kiribû ku di êrişê de kesek hatiye kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne. Piştî vê êrişê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rayedarên saziyên ewlehiyê re li ser "operasyoneke leşkerî" li Yemenê şêwirî.

(bb)