Balafira bêmirov a Tirkiyeyê li ser Wargeha Mexmûrê digere

Piştî êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li dijî wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad a Şengalê ku di encamê de du rojnamevan, ajokarê wesayîta çapemeniyê û 3 welatiyên din birîndar bûn, balafireke bêmirov bênavber li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Mexmûrê digere.

Balafira bêmirov a Tirkiyeyê li ser Wargeha Mexmûrê digere
8 tîrmeh, 2024   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên nûçegihanên Rojnewsˊê, di van kêliyan de jî liv û tevgera zêde ya balafira bêmirov li ser wargeha Mexmûrê heye.

Ji ber ku balafira bêmirov tenê li ser Wargeha Mexmûrê digere, tê gûmankirin ku ya dewleta Tirk a dagirker be.