Dagirkeran 50 darên berhemdar birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 50 darên berhemdar li bajarê Efrînê yê dagirkirî birîn.

Dagirkeran 50 darên berhemdar birîn
21 tîrmeh 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker "Feyleq El Şam" û koçberên ji bajarokê Merşorîn ê bajarê Idlibê 50 darên zeytûnê û bahîvê yên 2 şêniyên gundê Metîna yê bajarê Şera birîne.

Çavkaniyan navên her du şêniyan aşkera kirin ku Behrî Mihemed e û çeteyan 35 darên zeytûnê yên wî birîne, Mihemed Îsa jî çeteyan 11 darên zeytûnê û 4 darên bahîvê birîne. 

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê berdewam in. Dagirkerî dixwaze demografiya bajêr biguher.

(şx)