Nexweşxaneya Hecînê wê beşên Talasemiya û banka xwînê veke

Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Dêrazorê hewl dide jinûve beşên Talasemiya û Banka Xwînê yên li Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê, piştî bi awayekî demkî hatibû girtin, veke.

9 tîrmeh 2024   06:17
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Banka Xwînê û beşa Talasemiya li Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê bi piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hin rêxistinên li herêmê kar dikin beriya 2 salan hatibûn vekirin. Ji wê demê ve van beşan xizmetî şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê dikin.

Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê xizmetguzariyên cihêreng pêşkêş dike. ji wan beşan, beşa zarokan ku tê de klînîka zarokan, beşa zarokan û înkubatorên zarokên nûbûyî hene. Her wiha beşa jinan ku xizmetên welidanina qeyserî (emeliyet) pêşkêş dike. Ji wê zêdetir xizmetên teşxîsê mîna radyolojî û dermanxaneyê, beşa dermankirina xwezayî û fîzîkî hene.

Her wiha di nexweşxaneyê de laboratuwarê navendî û banka xwînê ku navenda yekemîn ji bo van xizmetguzariyên Dêrazorê hene.

Beşa herî girîng jî, beşa nexweşiyên xwînê ya Talasemiya ya ku bi sedema sekinadina piştgiriyê bi awayekî demkî hatibû girtin.

Di vê çarçoveyê de Dr. Û endamê rêveber ê Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê Meşarî El Hezom ji ajansa me re li ser sekinadina nêzî hefteyekê ji bo piştgiriya beşên Talasemiya, laboratuwarê û banka xwînê axivî û got ev beş ji bo xizmetguzariyên herêmê yên herî zindî û cewherî ne.

El Hezom behsa girîngiya beşên hatine sekinandin kir û wiha got: "Ev beş piştgiriyê dide nêzî 160 zarokên pêdiviya wan bi veguhastina xwînê ya carekê û du caran di mehê de heye. Beşa laboratuwarê jî rojane nêzî 150 heta 200 tehlîlan derdixe. Banka xwînê jî bi awayekî giştî xizmetî tevahî xelkê kantonê dike."

El Hezom anî ziman ku sekinandina van beşan bandoreke mezin li ser tevahî herêmê kir, bi taybet ew beşên yekane ne ku xizmetan pêşkêş dikin.

El Hezom diyar kir ku rêveberiya nexweşxaneyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Dêrazorê re hewl dide ji nû ve van beşên zindî veke ku zarokan ji Talasemiyayê rizgar bike.

Navenda Talasemiya ya herî nêz ji Dêrazorê, li Reqayê ye.

El Hezom destnîşan kir ku dê nexweşxane beşên nû di destpêka vê mehê de veke, di nav de neştergeriya giştî, mîz, ortopedî (hestî), poz û guh.

Tevî ku beşa Talasemiya hat sekinandin, lê Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê hin rewşên awarte yên giran ku pêdiviya wan bi guhartina xwînê heye, li beşa zarokan pêşwaz dike.

(fr)

ANHA