Ji kantona Efrîn-Şehbayê banga parastina zarokan

Nivîsgeha Mafên Zorokan û Rêxistina Stêrk a Zarokan bi daxuyaniyeke hevbeş banga parastina zarokan ji êrişan kir û xwestin hesab ji kujerên zarokên bê pirsîn.

Ji kantona Efrîn-Şehbayê banga parastina zarokan
21 tîrmeh 2024   14:50
ŞEHBA

Nivîsgeha Mafên Zarokan û Rêxistina Stêrk a Zarokan ên li kantona Efrîn- Şehbayê têkildarî bombebarana artêşa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê ku di encamê de zarokên sûriyeyî jiyana xwe ji dest da, her wiha li ser kuştina zarokek li Ezazê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de banga parastina zarokan hate kirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan zarokan li ber avahiya Nîvîsgeha Parastina Zarokan a li bajarokê Ehdasê hatin dayîn. Endama Nivîsgeha Parastina Zarokan Emîne Mihemed daxuyanî xwend.

Li gorî daxuyaniyê navên zarokên di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane Can, Şahîn Çerkes û Xelîl Mihemed Xelîl in.

Di daxuyaniyê de êrişên Îsraîlê û yên dewleta Tirk a dagirker hain şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî yên têkildarî parastina mafên zarokan hate kirin ku hesabê ji kujerên zarokan bipirsin û ji bo ku zarok ji nakokî û aloziya bên dûrxistin, bêtir kar bikin.

Çapemeniya lubnanî ragihandibû ku artêşa Îsraîlê 16’ê Tîrmehê bajarokê Um El Tût ê navçeya Siwer a Lubnanê bombebaran kiribû û di encamê de 3 zarokên sûriyeyî jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyên xwecih ên li herêmê her sê zarok ji Efrîn û Ezazê ne ku di encama dagirkirin, kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ji warên xwe penaber bûn.

(şx)

ANHA