Rojnamevan Silêman Ehmed 271 roj e girtî ye

Rojnamevan Silêman Ehmed 271 roj e di girtîgehên PDK’ê de tê ragirtin. Dadgeha Dihokê doza wî taloqî 29`ê Tîrmehê kiribû.

Rojnamevan Silêman Ehmed 271 roj e girtî ye
21 tîrmeh 2024   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê Roj Newsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karî hevdîtinê pê re bikin. Silêman Ehmed 271 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê ragirtin.

22’yê Gulanê destûr hatibû dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Dihokê hevdîtinê pê re bikin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc a Yek a Dihokê roja yekê ya rûniştina dadgehê Silêman Ehmed wek 30’ê Hezîrana îsal diyar kiribû. Lê dadgehê bi hinceta dadger ne amade ye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê neşandine, dadgeh taloqî 29’ê Tîrmehê kiribû.