YRK’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Fermandariya YRK’ê nasnameya 3 hevrêyên xwe yên ku 14’ê Tîrmehê li Pêncewînê di êrîşa balafiran de şehîd bûn eşkere kir û got: “Em soz didin ku em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin û teqez xeyalên wan pêk bînin.”

YRK’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
21 tîrmeh 2024   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya YRK’ê bi daxuyniyêk nasnameya Cengawer Mikayîl, Andok Tolhildan û Raman Rênas ku di 14’ê Tîrmehê de li pencewînê şehîd bûbûn eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Wek tê zanîn li Rojhilata Navîn pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyankirin. Di nava vê pêvajoyê de wek gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî de derbas dibe. Gelê me yê berxwedêr li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat tekoşînekî bê hempa didin meşandin. Di vê demê de gelê me ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê bûye.

Serkeftina gelê Kurd dagirkerên Kurdistanê û îxaneta Kurdên xwe firoş, ber bi binkeftinê ve dibe û ev serkeftin ji aliyê dagirkeran ve nayê hezimkirin.

Paradîgma Rêber Apo her çiqas mezin û cîhanî dibe ji pirsgirêka Cîhan û mirovahiyê re çareseriyê ava dike. Hêza fikra Rêber Apo hêzên komploger, dagirker û Îxaneta Kurdên xwe firoş dixe nava tirsekê. Ji bo ku fikir û Felesefeya Rêber Apo dernekeve û ji mirovahiyê re nebe çareserî, ev hêzên tarî her şêwaz tecrîda girankirî li ser Rêber Apo didin meşandin.

Ev 25 sal in li dijî Rêber Apo sîstema êşkenceya girankirî tê meşandin. Bi taybetî jî di van 3 salên dawî de agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin, tecrîdeke mutlaq tê meşandin. Li beramber vê tecrîda girankirî Rêber Apo berxwedaniyeke bê hempa dimeşîne. Gelê Kurd û gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bê navber vê berxwedaniya Rêber Apo dişopînin û ew jî li ber xwe didin.

Di roja me ya îro de dagirkeriya Tirkiyeyê aloziyên Rojhilata Navîn ji bo xwe wek firsendekê bi kar tîne û dixwaze plana xwe ye Neo-Osmanî û hedefa xwe ya misaqî milî, pêk bîne. Bi taybet bi konsepta xwe ya di van 10 salên dawiyê de bi hinceta PKK’ê, li her derê ji bo tunekirina gelê Kurd komkûjî pêk aniye.

Di sala 2024’an de bi alîkariya îxaneta mala Barzan li ser qada Metîna êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin. Herî dawî di dîroka 3’yê Tîrmehê de êrîşên xwe yên li ser qada Metîna, Sergelê, Amediyê, Dêralûk û Şêladizê re gihandin qonaxeke nû.

Di nava van 2 salên dawî de û bi taybet jî di nava vê salê de, bi êrîşên li ser qada Metîna re li ser qadên me yên Hêzên Rojhilat bê navber gera balafirên keşfê heye. Bi giştî li ser qada me ya Pêncewîn bê navber gera balafira keşfên dagirkeriya Tirk heye. Di heman demê de 5 caran balafira keşfê êrîş pêk aniye; 1 car qada Asos’ê bûye hedefa fûzeyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avêtin û dîsa qada me 3 caran bûye hedefa êrîşên bi balafirên şer.

Gelê me yê welatparêz her tim bûye şahidên van bombebaranan û di encamê de gelek car bax û baxçe hatine şewtiandin. Gelek zerarên madî dîtine. Dîsa bi van êrîşan re xwezaya Kurdistanê jî dibe qûrban û zererên mezin dibîne.

Herî dawî li ser qada Pêncewîn bê navber balafira keşfê geriya ye. Di dîroka 14’ê Tîrmehê de balafirên şer di seat 18:00 û 18:30 de 3 caran qadê bomebaran dikin. Yekîneyek me dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, dibe hedefa van bombebaranan û di encam de 3 hevalên me şehîd didin.

Di serî de em ji malbatên şehîdên xwe yên qehreman û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em li vir careke din didin diyarkirin ku em ê î ji bo serkeftinê li ser rêya van şehîdan heta dilopa xwîna xwe ya dawî bimeşin û xeyalên wan rêhevalên xwe bighînin serkeftinê.

Nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:

Nav û Paşnav: Hidayet Resûlî

Nasnav: Cengawer Mikayîl

Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2020-Merîwan

Cih û dîroka Şehadetê: 14-7-2024 -Pêncewîn

Nav û Paşnav: Omer Firat

Nasnav: Andok Tolhildan

Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2020-Fransa

Cih û dîroka Şehadetê: 14-7-2024 -Pêncewîn

Nav û Paşnav: Irfan Zendî

Nasnav: Raman Rênas

Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2022-Bane

Cih û dîroka Şehadetê: 14-7-2024 -Pêncewîn

CENGAWER MIKAYÎL

Cengawer Mikayîl ewladekî serhildêr ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 1994’an li bajarê Mihabad ku bajarê Qazî Mihemedan e, çavê xwe li dinyayê vedike. Di dema xwe ya ciwantiyê de bi xwendina dibistanê re fikir û felsefeya Rêber Apo nas dike. Bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo hêviya xwe ya ji jiyanê re hîn mezintir dike. Ji ber vê yekê ew jî dixwaze bibe kedkarê afirandina jiyanek bi wateyan tije ya ku îro her kes hêvî û azadiyê têde dibîne. Di sala 2020’an piştî ku tevgera azadiyê nas dike ew lêgerîn hîn kûrtir dibe û dibe sedem ku beşdarî nava refê gerîla bibe. Rêhevalê me Cengawer her tim di nava refên me de bi fedekarî û kedkariyeke bê hempa xebat meşand. Bêyî ku bikeve nava hesaban li her cihê pêwîst amade bû, ji bo her erkên şoreşê xwe amade kiribû. Bi kesayeta xwe ya sade û dil gerim di nava dilê her hevalekî de cih girt. Di wê baweriyê de bû ku tenê bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelê Rojhilatê Kurdistan dikare li beramber kiryarên dewleta Îranê raweste.

ANDOK TOLHILDAN

Rêhevalê me Andok Tolhildan li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vedike. Mîna her zarokekî Kurd bi dîtina her cûre zor û zehmetiyan mezin dibe. Di dema xwe ya ciwantiyê de berê xwe dide derveyî welat. Dema ku ji Kurdistanê dûr dikeve rastiya xwe hîn zêdetir nas dike ew yek dibe sedem ku bikeve nava lêgerînan û tevgera azadiyê nas bike. Piştî naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo li paytexta Fransa Parîsê dibe kesayetek xwedî biryar û bi navê Andok Tolhildan berê xwe dide nava refên gerîla. Di nava refên me de her tim dixwest bibe milîtanekî pêşeng ê ku Rêber Apo fam dike û di jiyanê de pêk tîne. Kesayetek heta dawî di jiyanê de kedkar, di jiyanê de xwedî hewldana mezin û jiyankirina hevaltiyê bû. Bi hezkirina nêzî her karî dibû.

RAMAN RÊNAS

Rêhevalê me Raman Rênas li Rojhilatê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vedike. Mîna her kesî zilm, zordarî, qetilkirina ku dagirkeriya Îran pêk tîne dibîne û jêre şahidiyê dike. Lê mîna her kesî qebûl nake û bi naskirina Tevgera Azadiyê re ji nakokiyên ku di nava wê civakê de jiyan dike bersiva ku dixwaze peyda dike. Demekê kar û xebat di nava civakê de dimeşîne. Bi destpêkirina serhildana Jin Jiyan Azadî re dizane ji bo ku bibe hêz, pêwîste xwe rêxistin bike ü bi vê biryarê berê xwe dide nava refên gerîla. Piştî ku jiyana gerîla nas dike van gotinan tîne ser ziman; jiyana ku min heta neha jiyan kir hemî rengê wê tenê koletî bû, bi beşdarbûna min a nava refên gerîla ji min rojbûneke nû ye.

BANG

Di dawî de em diyar dikin ku bi taybet gelê me yê Rojhilatê Kurdıstanê li beramber van êrîşan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku li beramber van êrîşan her kes xwedî li erka xwe ya welatparêziyê derkevin. Careke din em ji hemû gelê Kurd û ji malbatên her 3 hevalên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heta dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin û teqez armancên wan pêk bînin.”