Jinên Firatê: Em ê bendavê biparêzin’

Jinên li kantona Firatê yên ku berê xwe dana bendava Tişrînê, berxwedana şervanên QSD’ê û YPJˋê silav kirin, jinan diyar kir ew ê bi her awayî piştgiriya berxwedana şervanên xwe bikin .

Jinên Firatê: Em ê bendavê biparêzin’
8 ÇILE, 2025   15:39
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Êrişên dewleta Tirk a dgirker û çeteyên wê li ser bendava Tirşînê berdewam dikin, li hember êrişan Hêzên Sûryeya Demokratîk QSD`ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê berxwedaneke lehengî nîşan didin. Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê îro berê xwe dane bendava Tişrînê.

Ji rêveberên Kongreya Star li bajarê Qinê ya Kobanê Sûad Şêx Demir û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Wehîde Seyîd Ehmed  ku di nava karwanên şêniyan de ne, nêrînên xwe der barê berdxwedana şervanên QSD`ê û YPJ`ê ji ajansa ANHA`yê re anîn ziman.

Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qinê yê Kobanê Sûad Şêx Demir diyar kir ku ew ji bo şer bidin rawestandin diçin bendava Tirşînê û got: “Em ê îro berê xwe bidin bendava Tişrînê, ji bo em şer bidin seknan din. .”

`TU CARÎ TİRSA DİJMİN Dİ DİLÊ ME DE TİNE YE`

Sûad diyar kir ku gelê Kobanê ji 7 salî heta 70 salî ji destpêka vî şerî hata niha Kobanê diparêze û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe êrişî axa me dikin. Lê em tu carî ji wan natirsin.”

` ŞERVANÊN ME WÊ DAGİRKERİYÊ TÊK BİBİN`

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Wehîde Seyîd Ehmed diyar kir ew ê li kêleka şervanê QSD`ê û YPJ`ê li ber xwe bidin û wiha got: “Em ê bi her awayî piştgiriya berxwedana şervanên xwe bikin, ji bo êrîşên dewlata tirk têk bibin û bendavê biparêzin.”

(k)

ANHA