Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ji bo şehîd Mihemed Tahir El Hisên ê ku li Minbicê di berxwedana li hember êrişan de şehîd bûye, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Reşo Amûdê merasîma xiyabî
8 ÇILE, 2025   15:48
AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li merasîmê bûn ku li pêşiya mala şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Reşo Amûdê (Mihemed Tahir El Hisên) hatiye lidarxistin. Şervan Reşo Amûdê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Minbicê de 8`ê Çileyê şehîd bûye.

Endamê Desteya Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Zîwer Elî axivî û got: "Hîna em di şert û mercên dijwar re derbas dibin. Dewleta Tirk a faşîst, êrişî herêmên me dike. Divê em jî ji bo azadî û rûmeta xwe li ber xwe bidin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Bîco axivî û got: "Ev berxwedan dîrokî ye. Em ê dagirkeran têk bibin."

Endamê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fûad Deqûrî behsa berxwedana şehîd kir û got: "Şehîd Reşo Amûdê fikrê xwe ji wekhevî û edaleta di navbera pêkhateyan de wergirtiye."

Endama Kongra Star Zozan Hesen bi navê tevgera jinan axivî û teqezî bi parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Emmar El Qadrî jî diyar kir ku şervanên Ereb û Kurd li rex hev li eniyên şer, li ber xwe didin.

Di dawiya merasîmê de, belgenameya şehîd Reşo Amûdê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx/k)

ANHA