Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrişî deverên Hizbullahê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî nuqteyên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê êrişên hewayî pêk anîne. Ev êriş piştî hişyariyên valakirina 3 gundên li sînorê hatin kirin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê êrişî deverên Hizbullahê kir
6 mijdar, 2025   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku, piştî hişyariyên der barê valakirina 3 gundên li ser sînorê, li başûrê Lubnanê dest bi êrişên li ser nuqteyên girêdayî Hizbullahê kiriye.

Li gorî daxuyaniyek leşkerî ya artêşa Îsraîlê, "wê dest bi rêzeêrişên dijî armancên leşkerî yên Hizbullah a terorîst li başûrê Lubnanê kiriye". Artêşa demeke berê hişyarî da ku avahiyên li gundên Tîbe, Têr Deba û Îta El Cebel vala bikin."

(ac/fr)

ANHA