Lêkolînerekî lubnanî: Nebûna zextê li ser Îsraîlê helwesta Lubnanê lawaz kir

Lêkolînerekî lubnanî got, berdewama êrişên Îsraîlê û nebûna zexta DYA û hêzên navneteweyî li ser Îsraîlê bûn sedema lawaziya helwesta navxweyî ya Lubnanê.

Lêkolînerekî lubnanî: Nebûna zextê li ser Îsraîlê helwesta Lubnanê lawaz kir
9 kanûn, 2025   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolînerê siyasî yê Lubnanê Serkîs Ebû Zêd da zanîn ku pêşdeçûnên lez ên li herêmê ku ji şerê Xezayê dest pê kirin heta guhertinên li Sûriyeyê, pevguherîna rolên hêzên navneteweyî, paşketina destwerdana Rûsyayê, jinûve xêzkirina hevsengiyên hêzan li Rojhilata Navîn, hiştin ku bandorek yekser li qadên siyasî û ewlehî yên Lubnanê bike.

Ebû Zêd diyar kir ku digel hilbijartina serokkomarekî nû û avakirina hikumeteke nû, tiştekî asayî bû ku hikumet van guhartinan deyne ber çavên xwe nexasim ku egera rûdana şerekî rasterast an jî pêkanîna guhartinên nû, tune ye. Ebû Zêd diyar kir ku "Vê jî hişt ku serokkomar bi hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berê xwe bide danûstandinên bi Îsraîlê re, da ku demê qezenc bike, teqînên hundirîn dereng bixe, di serî de dosyaya çekên Hizbullahê.

ˋLAWAZIYA HUNDIRÎN Û METIRSIYA HEBÛNÊˊ

Ebû Zêd da zanîn ku domandina êrişên Îsraîlê û bêpabendiya wê bi agirbestê re, nebûna zexta Amerîka û navneteweyî li ser Îsraîlê hişt ku rewşa hundirê Lubnanê aloz bibe. Ebû Zêd anî ziman ku: "Eger yekbûna niştimanî û yekhelwestî tune be dê Lubnan zirara herî mezin bike, nexasim ku metirsiyên li dijî hebûn û yekparebûna Lubnanê yên di çarçoveya guhartina nexşeya herêmê de, hene."

ˋDANÛSTANDIN NERASTERAST IN.. EGER HEYE BI PÊŞ BIKEVINˊ

Ebû Zêd destnîşan kir ku hikumeta Lubnanê diyar dike ku danûstandin nerasterast in, lê beşdarbûn di heman cihî de bêyî peywendiya yekser pêk tên, lê bi dûr nexist ku dan û standin piştre bi pêş bikevin ger  şert û mercên siyasî bi pêş bikevin.

Der barê normalîzekirina bi Îsraîlê re Ebû Zêd diyar kir ku tevî ku ger pêşketin di lihevkirinan de çêbibin wê derî li pêş guhertinên berfireh pêk bînin, lê hîna normalîzekirin heta gihandina çareseriyeke siyasî ya berfireh hatiye bipaşxistin.

ˋHELWESTA HIZBULLAH.. BÊDENGÎ Û ŞOPANDINˊ

Der barê helwesta Hizbullahê de, Ebû Zêd anî ziman ku Hizbullah ne bi danûstandinan re ye, lê rê daye serokê parlamentoyê Nebîh Berî ku pêvajoya dîplomasî bi rê ve bibe, bi serokkomar û serokê hikumetê re hevkariyê bike.

Lêkolîner Ebû Zêd da zanîn ku encamên danûstandinan wê nêzîkatiya siberojê ya bi Hizbullahê re destnîşan bikin, çi di aliyê sûdwergirtina ji encamên erênî de yan jî mayîna li ser helwesta xwe ya redkirinê ger rêveçûna siyasî bi bin ket. Ebû Zêd bi dûr xistin hesengiyên hêzên heyî bihêle Hizbullah helwesteke bingehîn weke berê bigire. Her wiha anî ziman ku reftara Îsraîlê û pabendiya bi agirbestê wê hêmaneke krîtîk di destnîşankirina rêveçûna têkiliyê de be.

ˋÎSRAÎL DI NAVBERA ŞER Û LIHEVHATINÊ DE YEˊ

Ebû Zêd da zanîn ku ketina rasterast a Lubnan li nava danûstandinan li pêş raya giştî ya cîhanê xaleke erênî ye û Îsraîlê dixe helwesteke şermînî. Ger Tel Avîv bi cidî bikeve rêya dan û standinê dibe ku çareseriyeke siyasî ji şerekî ne hevseng baştir be.

Lê li hemberî wê, Ebû Zêd got ku li Îsraîlê jî rewşa hundirîn ne aram e, ev dihêle êriş bidomin û bigihîjin asta şerekî berfireh û divê lihevkirineke rastîn were pêkanîn an jî agirbesteke rastîn were ragihandin.

ˋLAWAZIYA HÊZA LEŞKERÎ Û ŞERTGIRIYA LIHEVKIRINˊ

Ebû Zêd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şiyana leşkerî ya Lubnanê lawaz e û ew nikare ne bi rêya şer ne jî bi rêya hêza leşkerî şertên xwe ferz bike, li kêleka wê jî hevsengiya herêmî û navneteweyî ji bo ku şertên nû yên şer deynin, tune ye.

(mh/fr)