Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan

Li bajarê Qamişloyê bi hezaran jin bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan
3 gulan, 2025   15:21
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Kongra Star, ji bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbepsiyê, Girkê Legê û Dêrikê bi hezaran jin li Qamişloyê hatin gel hev û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Sonî ya naverasta bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan sembolên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pankartên "Rojek bi jiyana azad re diyalog" vekirin û bê navber dirûşmên "Bi can, bi xwîn em bi te re Apo"hatin berzkirin.

Girse li kolanên sereke yên sûka bajar meşiyan li qada Şehîd Rûber mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de piştî deqeya rêzgirtin, endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî.

Bêrîvan Xalid anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e li girtîgeha Îmraliyê têkoşînê dike û derketina wan a li qadan jî bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî ye.

Bêrîvan Xalid bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha pê de çû: " Ev pergal berdewama komploya navneteweyî ya tarî ya li dijî Rêbertî û rola wî ye. Armanc birîna têkiliyên Rêbertî bi gel re ye. Lê Rêber Neteweyî û mulhimê mirovahiyê Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistana zanîn û ramanê."

Bêrîvan Xalid îşaret bi vê yekê kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jn xwe li gorî fikir  û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine û projeya wî ya neteweya demokratîk belav dikin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo"bi dawî bû.

(bb)

ANHA