Ji bo parastina çandiniyê komîteyek hat avakirin

Rêveberiya Xweser ji bo parastina çandiniyê komîteyeke rewşên awarte ava kir.

Ji bo parastina çandiniyê komîteyek hat avakirin
3 gulan, 2025   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna dema çinîna dexl, beqle û buharatan re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên parastinê digire. 

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser îro civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de ji bo parastina berhemên çandiniyê avakirina Komîteya Rewşên Awarte hat ragihandin. Komîte ji nûnerên Desteya Çandinî û Aborî, Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê, Gerînendetiya Vegihînê, Desteya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Nivîsgeha Parastinê, Desteya Enerjiyê, Desteya Ciwanan, Yekitiya Cotkaran, Yekitiya Kedkaran, Yekitiya Veguhastinê, Hêzên Parastina Civakî (HPC), Gerînendetiya Sotemeniyê û Nivîsgeha Ragihandinê pêk tê.

Di civînê de biryar hat dayîn ku li hemû gund, bajar û bajarokan bi beşdariya çalak a cotkaran komîteyên xwecih ên parastinê zeviyan werin avakirin. Komîte dê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re di nava hemahengiyê de be.

Komîte dê ji bo ragihandina bilez di rewşa awarte de hejmarên telefonan diyar bike. Her wiha dê der barê xetereyên şewatan û rêbazên rêgirtinê de belavokên hişyariyê belav bike.

Meclisa Rêveber teqezî li ser girîngiya belavkirina bi baldarî ya tîm û wesayîtên agirkujiyê û sazkirina çavkaniyên avê û tankan ji bo xizmetkirina sazî û niştecihan kir. Her wiha hate destnîşan kir ji bo wergirtina berhemên çandiniyê divê navendên depokirinê werin amadekirin.

(bb)

ANHA