Ji şêniyên Nubil û Zehraa bangewazî

Piştî ku çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ên dewleta Tirk a dagirker bajarokên Nubil û Zehraa kontrol kirin, şêniyên herdu bajaran ên ku berê xwe daye bajarokê Sifîrê, bang li rêxistinên mirovî kir.

Ji şêniyên Nubil û Zehraa bangewazî
2 kanûn, 2024   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker herdu bajarokên Nubil û Zehraa yên herêma Şehbayê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de bûn, kontrol kirin. Di encamê de şêniyên herdu bajaran bi meş berê xwe da bajarokê Sifîrê û li wir bêwar man.

Di dîmenên ku ji ajansa me re hatine şandin de, diyar dibe ku zêdetirî 100 kes li binerdekê li Sifîrê bê av û bê xwarin mane.

Li gorî agahiyên ji wir, bi dehan şênî ji ber serma, tunebûna xwarin û tunebûna dermanan bi rê de jiyana xwe ji dest da.

(mh)