Ji sedî 80 projeyên qîrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêkanîn

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya plansaziya xwe ya 2024ˊan de ji sedî 80ˊê projeyên xwe yên qîrkirinê pêk anîne.

Ji sedî 80 projeyên qîrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêkanîn
Ji sedî 80 projeyên qîrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêkanîn
Ji sedî 80 projeyên qîrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêkanîn
Ji sedî 80 projeyên qîrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêkanîn
Ji sedî 80 projeyên qîrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêkanîn
Ji sedî 80 projeyên qîrkirinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pêkanîn
28 tebax, 2024   06:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek projeyên qîrkirina rêyên sereke yên bajar û bajarokan û rêyên di navbera kantonan de dan destpêkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo projeyên xizmetguzarî û tenduristiyê yên 2024ˊan 389 milyon dolar xerc kirin.

Yekitiya Şaredariyan ji bo projeyên qîrkirina rêyên sereke yên kantonan 85 hezar metredam qîr veqetandiye.

Li gorî çavdêrên projeyên qîrkirinê, Yekitiya Şaredariyan ji destpêka xebatên qîrkirina rêyan ve dest bi vê projeyê kiriye: Rêya Reqa - Hezîma ya bakurê kantonê bi dirêjiya 18 kîlometre û firehiya 8 metreyan. Di wan xebatan de rê bi giştî hat rêşkirin, bi xîzê hat rastkirin û dê di çend roj din de qateke qîr were lêkirin.

Her wiha Yekitiya Şaredariyan dest bi tamîrkirina rêya Mehmûdlî-Bîr Sîna ya li kantona Tebqayê kiriye. Ew rêy, kantona Reqa û Tebqayê bi bajarê Curniyê ve girê dide û piştre bi kantona Minbicê ve girê dide. Dirêjahiya rê 18 kîlometre û firehiya 8 metreyan e. Heta niha ji sedî 60 hatiye pêkanîn.

Ji projeyên Yekitiya Şaredariyan dewam dike; Projeya rêya Qamişlo – Dêrikê. Ew rê di gelek bajarên kantona Cizîrê re derbas dibe û dirêjahiya wê 90 kîlometre ye. Li gorî çavdêrê projeyên qîrkirina rêyan di Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de endazyar Ebdulhafiz El Mihemed, ji projeyê 35 kîlometre hatiye pêkanîn û xebat dewam dike.

Yekitiyê projeya tamîrkirina rêya Reqa - Mensûra bi dirêjahiya 50 kîlometreyan bi dawî kir.

Yekitiyê, ji rêya Reqa - Keramê ya rojhilatê kantonê jî bi dirêjahiya 9 kîlometreyan ji eslê 24 kîlometre bi dawî kir û xebata li ser rê jî dewam dike.

Yekitiyê projeya tamîrkirina rêya Sirîn - Kobanê ya bi dirêjiya 6 kîlometreyan bi dawî kir. Her wiha xebatên rêya Kevirspî - çetrêya Hitîn a bi dirêjiya 8 kîlometre dewam dike.

Ebdulhafiz got ji bo qîrkirina rêyên sereke li Herêmê 85 metredam qîr hatiye veqetandin û wiha domand: "Li tevahî kantonan gelek projeyên qîrkirinê hatin danîn û ew proje ji sedî 80ˊê hatine pêkanîn. Hin projeyên din hene û dê di çend rojên bê de bên destpêkirin, ji wan rêya Reqa-Dêrazorê û rêya Ebû Qelqel-Minbicê."

Ebdulhafiz diyar kir ku gelek zehmetî li pêş wan derketine û got: "Hin rewşên pîşeyî yên nebaş ên rêyan derketin. Li kêlek wê jî hin rê li herêmên ava binerdê ne û bi wê re rê dadikevin."

(mh)

ANHA