‘Daxwaza bidawîkirina tecrîdê erka her kesî ye’

Şêniyên bajarê Amûdê li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku ew ê rabin ser pêyan û diyar kir ku daxwaza bidawîkirina tecrîdê, erka her kesî ye.

‘Daxwaza bidawîkirina tecrîdê erka her kesî ye’
28 tebax, 2024   03:10
QAMIŞLO

Desthilata Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ji 42 mehan ve tu agahî jê nayên girtin.

Şêniyên bajarê Amûde ev siyaset şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha metirsiyên xwe ji rewşa wî anîn ziman.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE PEYWENDIYA DI NAVBERA GEL Û RÊBER OCALAN DE QUT BIKE’

Minewer Xalid der barê tecrîdê de got: "Dewleta tirk a faşîst ji vê tecrîdê armanc dike ku peywendiya di navbera gel û Rêber Abdullah Ocalan de bi temamî qut bike. Ji ber ku li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan meşiya."

Minewerê wiha domand: "Ji bo bidawîkirina tecrîdê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistanê û derve gelek çalakî li dar dikevin. Lê ev têrê nake. Divê em bi şev û roj li ser piya bin. Heke Serokê me azad nebe, em bêdeng namînin. Bi saya ramanên wî gel heta niha li hember komployan li ber xwe bide. Jilewra heke Serokê me azad nebe, gel jî azad nabe."

‘TEVGERÊN NE CIDÎ YÊN CIVATA NAVNETEWEYÎ’

Mihemed Ehmed jî destnîşan kir ku daxwaza bidawîkirina tecrîdê, erka her kesî ye û wiha domand: "Tecrîd li dijî pîvan û peymanên mirovî ye. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya wê, dixwaze gelê Kurd û tevgera rizgariya Kurdistanê têk bibe."

Ehmed ev li gotinên xwe zêde kir: "Malbatên şehîdan li hember vê tecrîdê bêdeng namînin. Em ê li qadan bin û têkoşînê berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

Ehmed bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî yên têkildarî girtiyan şermezar kir û got: "Em ê li qadan bin heta ku dengê me bigihêje wan aliyan. Ji bo ku ji bêdengiya xwe derkevin û qanûnên danîne, pêk bînin."

‘TECRÎDA GIRANKIRÎ DELÎLA BINKEFTINA DEWLETA TIRK E’

Şîrîn Dawûd jî got: "Tecrîda girankirî, li ser binkeftina dewleta Tirk û têkçûna wê li hember berxwedana Rêbertî, gelê Kurd û tevgera rizgariya Kurdistanê, delîl e. Rêbertî li hember hovîtiya dewleta Tirk li ber xwe dide. Em jî ji bo azadiya wî, li ber xwe didin."

Şîrîn di dawiyê de wiha axivî: "Em bi dil û can bi Rêber Abdullah Ocalan re ne. Heta azad nebe, em jî bêdeng namînin."

(şx)

ANHA