Çîrokeke serederiya li astengdariyê; Henîfe Osman
Henîfe Osman astengdar e lê ji xwe re nekir pirsgirêk û xeyala xwe pêk anî. Bi rêya xêzkariyê xeyal û hestên xwe reva dike û tabloyên çêdike.
Henîfe Osman ji gundê Mûskê yê bajarê Reco yê Efrînê ye. 4 bira û 3 xwişkên wê hene. Ji biçûkahiya xwe ve astengdar e.
Henîfe bi cesaret li hember şert û mercan û astengdariya xwe li ber xwe da, firçeyên xwe hildan û dest bi xêzkariyê kir.
JI BER ASTENGDARIYÊ BEHREYEKE DIN BI PÊŞ XIST
Henîfe 56 salî ye. Tenê xwendina seretayî qedandiye. Endameke berê ya Koma Şehîd Amed a stranan a Navenda Çand û Hunerê bû.
Bi demê re, astengdariya wê dijwartir bû, rê neda ku beşa stranan temam bike. Berê dikarî bimeşe lê piştî wê êdî li ser kursiyê rûdine û nikare bimeşe. Ji lew re dev ji stranbêjiyê berda û dest bi lêgerînê kir, ji bo ku behreyeke din li gorî rewşa xwe bibîne.
HESTÊN XWE KIRIN TABLO
Henîfe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne. Bi rêya xêzkirina wêneyan hestên xwe rave dike. Der barê vê yekê de got: "Ez pir ji jiyanê hez dikim. Vîna min tu carî naşike.”
Astengdariya Henîfeyê giran e, her çi qas neştergerî kirine jî lê belê sax nebûye. Têkildarî wê wiha axivî: "Destpêkê, bi tena serê xwe dimeşîm lê bi demê re êdî min gobal bi kar anî. Dûre dema bûm 50 salî, laşê min tev da sist bû û nema dikarim bi gopalan jî bimeşim, ji ber wê êdî kursiyê bi kar tînim."
Henîfeyê ji destpêkê ve ji xêzkirinê hez dikir lê eleqedariyek nîşanî wê nedida, lê piştî ku dayika wê wefat kir, Henîfeyê êşa xwe bi xêzkirinê derbirand.
‘ASTENGDARÎ YA GIYAN Û AQIL E, NE YA BEDENÊ YE’
Henîfe fêrî teknîkên din ên xêzkirinê dibe û li Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn 4 mehan ket dewreya perwerdeyê.
Henîfeyê diyar kir ku gelek sûd ji wê perwerdeyê girtiye û got: "Ez hewl didim bibim yek ji wênesazên herî jêhatî yên cîhanê."
Henîfe xwedî vîneke xurt e û geşbîn e, ji ber wê xwe astengdar nabîne û got: "Astengdarî, astengdariya giyan, vîn, aqil e, ne ya bedenê ye.”
‘KÎ BIXWAZE DIKARE BIKE’
Henîfeyê wiha domand: "Ez bi hêz im, geşbîn im û ev her du min li ser lingan dihêlin. Geşbînî sira berdewamkirina jiyanê ye û heke dilê mirov bixwaze dikare bike."
Henîfe Osman xweza, kesayet, ajalên kedî û temayên razber xêz dike. Lê heta niha tev li tu pêşangehan an jî mîhrîcanan nebûye.
(şx)
ANHA