Ji Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da û got, "Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne."

Ji Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
10 nîsan, 2025   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

DEM Partiyê têkildarî hevdîtina di navbera Heyeta Îmraliyê û Serokomar Tayyîp Erdogan de pêk hat, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevdîtina ku me bi birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û heyeta wî re pêk anî, di atmosfereke pir erênî, çêker, berhemdar û ji bo pêşerojê hêvîdar derbas bû.

Girîngiya pêvajoya ku em gihîştinê û asta wê hat piştrastkirin û qonaxên di pêş de bi hev re hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku serdemeke ku tê de tundî û pevçûn nemîne û qada demokratîk û siyasî were xurtkirin ji bo welat, welatiyên me û herêma me xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Şandeya me û partiya me wê di dema pêş de jî xebatên xwe yên ji bo pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi îrade û baldariyeke xurtir bidomînin. Em ji welatê xwe re eşkere dikin ku em bi şanaz in ku em ji duh bêtir bi hêvî ne.

Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû aliyên siyasî û pêkhateyên civakî dikin ku bi pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe hêza xwe li pêvajoyê zêde kirin e."