Ji bo zarokên şehîdan çalakî li Tebqa û Dêrazorê hatin lidarxistin

Ji bo zarokên şehîdan 2 çalakî li kantonên Tebqa û Dêrazorê hatin lidarxistin û hat gotin ku ew ê rêça şehîdan bişopînin.

10 nîsan, 2025   18:42
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan li kantonên Tebqa û Dêrazorê 2 çalakî ji bo zarokên şehîdan li dar xistin.

Di çalakiya Tebqayê ya ku li goristana şehîdan hat lidarxistin de, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê amade bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Fatin El Şêx Nasir bixêrhatina beşdaran kir û got: "4'ê Nîsanê rojbûna lehengî û berxwedanê ye, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rêya azadî, edalet û wekheviya gelan ronî kir.

Di şahiyê de zarokên şehîdan şanoyek pêşkêş kir û zarok hatin xelatkirin.

DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê ji zarokên şehîdan çalakiyeke çandî û hunerî li qada Meclisa Leşkerî ya Hecînê li bajarê Hecînê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.

Di şahiyê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hecînê Rakan El Firêh diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelên azadîxwaz rojeke dîrokî ye.

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefa El Ehmed soza domandina têkoşînê û şopandina rêça şehîdan dubare kir.

Piştre zarokan şehîdan şanoyek pêşkêş kir. Di şanoyê de bal li ser êşên gelan digel aloziyan de bi taybet êşa zarokan hat kişandin, her wiha şano balê dikişîne ser bandora şer li ser sivîlan, binesazî û xwezayê.

Di dawiya şahiyê de diyariyên sembolîk li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

(mh/fr)

ANHA