Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin

Kongra Star bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan paneleke diyalogê li bajarê Helebê li dar xist. Di panelê de bandora fikra Rêber Abdullah Ocalan li ser jinan û aqûbeta wan hatin nîqaşkirin.

Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
Li Helebê bandora fikra Rêber Apo li ser jinan hat nîqaşkirin
10 nîsan, 2025   18:00
HELEB

Bi diruşma "4’ê Nîsanê vejîna azadiya jin û gelan e" Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên jinan, meclisên xwecihî û komîn beşdar bûn. Her wiha bi rêya onlinê rojnamevana Emazîxî Intisar Boughanmî û jina çalakger Gulê Mihemed ji Kenedayê amade bûn bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zîlan Elî li ser mijara panelê ya bi navê "rojbûna Rêbertî rojbûna azadiya gelên bindest û jinan e" axivî.

Zîlan Elî li ser xwezaya pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Fikra wî ya pêşketî bi pêkanîna pratîkî ve girêdayî ye."

Her wiha Zîlan têkildarî naveroka banga Rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha domand: "Armanc ji bangê ew e ku bingehên civakî-aborî werin avakirin ku garantiya derbirîna serbest a nasnameyan hebe û her beşek civakî were xurtkirin."

Piştre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Rojnamevana Emazîxî Intisar Boughanmî bi rêya onlinê tev li panelê bû û got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi girîngîdayîna rizgariya jinê dikarin rêveçûna civakî sererast bikin."

Jina çalakger Gulê Mihemed jî wiha got: "Banga Rêber Abdullah Ocalan bi xwespartina li çareseriyên siyasî destpêka qonaxeke nû ye. Her wiha azadiya jinê bengeha azadiya civakê ye."

(mh/fr)

ANHA