Ji pêkhateyên Tirbespiyê peyama piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyêv

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, piştgiriya xwe bi berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re anî ziman.

Ji pêkhateyên Tirbespiyê peyama piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyêv
10 ÇILE, 2026   11:08
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Pêkhateyên bajarê Tirbesiyê yê kantona Cizîrê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide wan ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, şermezar kirin.

Nalîn Temo anî ziman ku gelê Sûriyeyê di vê pêvajoyê de hêvî dikir ku peymana 10’ê Adarê bi cih were da ku rûpelek nû ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk vebe, lê çeteyên hikumeta demkî ku fermanên dewleta Tirk a dagirker bi cih tîne, êrişî sivîlan dikin.

Nalîn Temo diyar kir ku ev êrişên çeteyên hikumeta demkî, kiryarên rejîma Baasê tîne bîra mirov ku bi çekên giran êrişî qadên niştecihan dikir. Nalînê piştgiriya xwe bi berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re anî ziman û got, dê heya avakirina welatekî nenavendî ku tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê hembêz bike, piştgiriyê bidin.

Mihemed El Meyah ê ji pêkhteyê Ereb destnîşan kir ku ketina rejîma Baasê hêviyên Sûriyeyên yên avakirina welatekî demokratîk û nenavendî zindî kirin ku azadî û rûmeta tevahî pêkhateyan biparêze, lê kiryarên hikumeta demkî dijberî hêviyên gelê Sûriyeyê ne.

Mihemed El Meyah peyama piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da û got: "Divê çareserî sûriyeyî be bi destê gelê Sûriyeyê pêk were û dûrî destwerdanên derve be bi taybetî dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide tevlihevî û fitneyan belav bike û Sûriyeyê bikişîne nava şeran."

Munteha Mehmûd jî got êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rageşiyeke xeternak e ku dê Sûriyeyê bikişîne nava şerekî nû û got: "Tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên ku di nava 14 salên şoreşê berdêlên mezin dane şerekî nû naxwazin."

Muntehayê li dijî êrişan piştgiriya xwe bi gelên her du taxan re anî ziman.

(b)