Welatiyên ber bi Helebê ve diçin: Vî gelî tirs qetandiye

Welatiyên ku ji bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşerfiyê berê xwe daye Helebê, got “Wekî me soz daye şehîdan, em ê li cem gel û hêzên xwe bin. Vî gelî tirs qetandiye.”  

Welatiyên ber bi Helebê ve diçin: Vî gelî tirs qetandiye
10 ÇILE, 2026   11:17
QAMIŞLO

Gelê bajarên Qamişlo, Girgê Legê, Dêrik, Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da Helebê. Welatiyên beşdarî çalakiyê bûne, ji ajansa me re axivîn. 

Perwîn Cemîl a ji bajarê Qamişloyê ku wê jî berê xwe daye Helebê, got: “Em diçin Şêxmeqsûdê. Tiştên li Şêxmeqsûdê çêdibin nakeve serê mirov. Ev rejîma Colanî, ma tu gelê xwe ceza dikî? Ma ne Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girêdayî Sûriyeyê ne. Ev çend roj e du dewlet li du taxan didin. Pîr, kal, zarokên ku li ser mal û erdê xwe ne, tên qetilkirin. Komkujî çêdibe. Em bang li hêzên navneteweyî dikin destwerdana vê mijarê bikin. Çima ev tişt li Sûriyeyê çêdibin?”

Perwînê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker vê tiştê dide kirin û wiha axivî: “Dewleta Tirk sedem e ku ev bûyer çêdibin, bila kes nefikire ku dê ev gel rûnê, em natirsin. Vî gelî tirs qetandiye. Ev kom here yeka din dê were. Lê îro em dibînin kêr ji pişt ve li me dikeve, Sûriye li gelê xwe dixe.”

Qehreman Mihemed ku ji bajarê Girg Legê beşdarî çalakiyê bûye jî wiha axivî: “Em ji bo piştgiriya gelê xwe yê li Şêxmeqsûdê berê xwe didin Helebê. Wekî ku me soz daye vî gelî, şehîdan û Rêber Apo em ê piştgiriya gel û hêzên xwe yên parastinê bikin.”

(bî-jh)

ANHA