Jinên ji Reqayê: Em ê ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadan bin

Jinan êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê şermezar kirin û got dê ji bo piştgiriya berxwedana her du taxan li qadan bin.

Jinên ji Reqayê: Em ê ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadan bin
Jinên ji Reqayê: Em ê ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadan bin
Jinên ji Reqayê: Em ê ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadan bin
Jinên ji Reqayê: Em ê ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadan bin
10 ÇILE, 2026   10:37
REQA
MIZGÎN ELÎ

Jinên li kantona Reqayê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker desteka wan dike, şermezar kirin.

Ferîda Ebdurehman anî ziman ku ew ê li dijî şer û kuştinê têkoşînê bidomînin û got: "Em şer û kuştinê naxwazin, em aştiyê dixwazin. Em ê heya rawestandina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadan bin."

Erîfe Hebeş jî banga yekitiyê li gelê Sûriyeyê kir û êrişên li ser her du taxan wek hedefkirina tevahiya pêkhateyan bi nav kir. Erîfe Hebeş êriş bi tundî şermezar kirin û banga tavilê ya rawestandina êrişan kir. Erîfeyê anî ziman ku dê ji bo piştgiriya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li qadan bin.

Seroka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Emel El Casim êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û diyar kir ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê naşikê.

(b)