Leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Li rojavayê Şamê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê di êrişa komeke çekdar de birîndar bû.

Leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
11 mijdar, 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Zakiya yê li rojavayê Şamê leşkerekî Firqeya 4ˈan a hikumeta Şamê  birîndar bûye.

SOHRˈê diyar kir ku kesên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn, leşker gulebaran kir û ew birîndar kir.

 Hate zanîn ku birîndar birine nexweşxaneyê.

(bb)