Ji Lubnanê 100 moşek ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê ragihand ku di çend saetên dawîn de 100 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin.

Ji Lubnanê 100 moşek ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin
2 cotmeh, 2024   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala 13ʹan a Îsraîlê ragihand ku di çend saetên dawîn de 100 moşek ji Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin. Di encamê de jî li gelek deverên bakurê Îsraîlê şewat çêbûn.

Eniya hundirîn a Îsraîlê diyar kir ku li bajarê Sefed û bajarokên herêma Celîl El Ela dengên sîrenan hatin.

Ev êrişa bi moşekan piştî ku artêşa Îsraîlê derbasî bajarokê Edêse yê başûrê Lubnanê bû, hat pêkanîn.

Li bajarokê Maron El Ras jî di navbera hêzên artêşa Îsraîlê û çekdarên Hizbullah de pevçûnên dijwar rû dan.

Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku ew ê operasyoneke bejayî ya sînordar li hin gundên sînor ên Lubnanê pêk bîne, lê belê hêzên UNIFIL ên demkî ragihand ku tu hewldanên derbasbûnê nehatin dîtin.

Ji 23'yê Îlonê ve Îsraîlê êrişên xwe yên hewayî li dijî başûrê Beyrûtê û başûr rojhilatê Lubnanê giran kirine. Ew di êrişan de herêmên Hizbullah û embarên wê hedef digire.

(mh)