SOHR: Hêzên Şamê 35 welatî li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê binçav kirin

Hêzên hikumeta Şamê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê nêzî 35 welatiyên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binçav kirin.

SOHR: Hêzên Şamê 35 welatî li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê binçav kirin
2 cotmeh, 2024   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê nêzî 35 welatiyên ku ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, piştî ku ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn, li ser rêya Tebqa - Selemiyê binçav kirin.

SOHR'ê diyar kir ku hikumeta Şamê bi tometbarkirina erka leşkertiyê bi der xistine ew welatî biçav kirin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî amarên Maseya Krîzê heta niha 11 hezar û 814 kes ji Lubnanê vegeriyane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji wan 28 Lubnanî ne.

SOHR'ê da zanîn ku rêbendên kontrolê yên hikumeta Şamê ji welatiyên Sûriyeyê yên ku ji Lubnanê vegeriyane pereyan heta 200 hezar lîreyên Sûriyeyê ji bo her basekê dixwazin. Her wiha ji bo kesên ku erkê leşkertiyê li ser wan heye jî 200 hezar lîreyan dixwazin. Ê ku nede jî tê binçavkirin.

(mh)