Meclisa Rêveber kar û barên pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin dişopîne

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şopandina rêveçûna tedbîr û alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin li deriyê Tebqayê gereke meydanî pêk anî.

Meclisa Rêveber kar û barên pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin dişopîne
Meclisa Rêveber kar û barên pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin dişopîne
Meclisa Rêveber kar û barên pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin dişopîne
Meclisa Rêveber kar û barên pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin dişopîne
Meclisa Rêveber kar û barên pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin dişopîne
2 cotmeh, 2024   16:47
TEBQA

Bi armanca şopandina rêveçûna xerbatê li deriyê Tebqayê, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên Osman tevî nûnerên Maseya Krîzê û Meclisa Rêveber a Tebqayê berê xwe da deriyê.

Ev ger ji bo çavdêriya li mekanîzmaya pêşwazîkirin û derbasbûnê di deriyê Tebqayê re ku welatiyên ji Lubnanê vedigerin pêşwazî dike.

Her du hevserokan girîngî da peydakirina tevahî xizmetguzariyên pêwîst ji bo welatiyên direvin, misogeriya hêsankirina xebatê, gihandin û îstîqrariya wan. Her wiha hat destnîşankirin ku pêwîstî bi hewldanên zêde heye ku kar û barên welatiyên vedigerin werin hêsankirin.

Di gerê de hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Heco ji ajansa me re axivî û got: "Em Desteya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gihandina welatiyên ji Lubnanê vedigerin tevahî tedbîr, ger û hêsankirina kar û baran pêşkêş dikin."

Ev ger di çarçoveya rêzegavên Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya welatiyên ji Lubnanê tên û pêşkêşkirina xizmetguzariyan de pêk tê.

(fr)

ANHA