Ji konsera Til Hemîsê; QSDˊê parêzvanê gelan ji fikra tundraw e

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li Til Hemîsê, ji bo berxwedan û fedakariyên QSDˊê, bi piştgiriya hunermend û sedan şêniyan, konserek li dar xist. Di konserê de hat gotin ku "QSDˊê parêzvanê gelan ji fikra tundraw e."

4 mijdar, 2025   21:48
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ya kantona Cizîrê, bi alîkariya Komîna Muzîkê ya bajarê Til Hemîsê, bi diruşma "Em Hemû QSDˊê Ne" li bajarê Til Hemîsê bi beşdariya saziyên sivîl û leşkerî û bi sedan şêniyan konserek li da rxist. 

Konser bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Hemîskê, Aras Mihemed behsa fedakarî û fedakariyên şervanên QSDˊê kir. Mihemed got, "Ev hêz temsîla projeyek neteweyî ya berfireh dike û hewl dide Sûriyeyek demokratîk ku tevahî pêkhateyên wî vehewîne, ava bike."

Mihemed diyar kir ku "QSD’ê ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê êdî di berxwedana li dijî çeteyan û parastina gelan ji fikra tundraw de bûye nimûneyeke cîhanî" û destnîşan kir ku ezmûna wê îsbat kir ku "Hêza rastîn di fikir, rêxistinkirin û baweriya bi edaleta dozê de ye."

Di berdewamê de Mihemed anî ziman kju "QSDˊê di jinûve vegerandina ewlehî, aramî û berevaniya pirrneteweyî û pirolî de roleke teware lîst."

Piştî axaftinê, hunermend Teleb El Nazir, Hocîn Hêres, Amir El Elî, Mueyed Şiwêş ên ji bajarên Til Birak, Dirbêsiyê, Til Temer û Qamişloyê, staran pêşkêş kirin. Li kêlek wê jî govend ji hêla koma Ribûi El Cezîere (ربوع الجزيرة) hatin gerandin.

Konser bi gerandina dilanan ji hêla girse û hunermendan ve, ji bo derbirîna hest û helwestên xwe yên hevgirtina bi QSDˊê re û nûkirina soza xwe ya dewamkiurina parastina azadî û rûmetê, bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA