Ji Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Neteweya demokratîk çareserî ye

Di beşa yekemîn a Konferansa Sosyolojiya Azadiyê de hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji tevahî aloziyan re çareserî ye.

Ji Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Neteweya demokratîk çareserî ye
Ji Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Neteweya demokratîk çareserî ye
Ji Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Neteweya demokratîk çareserî ye
Ji Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Neteweya demokratîk çareserî ye
Ji Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Neteweya demokratîk çareserî ye
Ji Konferansa Sosyolojiya Azadiyê: Neteweya demokratîk çareserî ye
8 tebax 2024   14:23
REQA

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê ya ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve  li Reqayê hatiye lidarxistin, dewam dike.

Beşa yekemîn a konferansê ya bi sernavê "Bi Sosyolojiya Azadiyê em pirsgirêkên civakê nîqaş dikin" ji aliyê endama Meclisa Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêvî Elî ve hat birêvebirin.

Hêvî Elî ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî deryayeke kûr bi nav kir û got: "Di vê deryayê de bersivên zelal ji hemû pirsan re hene."

Hêvî Elî her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan girîng da civakê, pirsgirêkên wê  analîz kir. Rêber Abdullah Ocalan ji bo nirxandinên xwe yên di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de mîrateya şaristaniya demokratîk esas digire. Bêyî vê zemînê ne mumkin e dîroka mirovahiyê bi taybetî pirsgirêkên civakî werin naskirin."

Hêvî gotina Rêber Abdullah Ocalan a derbarê girîngiya sosyolojiya azadiyê ji bo ferd û civakê de bi bîr xist ku dibêje "Erka sosyolojiya avakirina civakeke exlaq û polîtîk e. Bêyî sosyolojiya em weteya rasteqîn a jiyanê nas nakin."

Beşdaran li ser mijara yekemîn nêrînên xwe anîn ziman. Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedaran Meryem Îbrahîm bal kişand ser tecrîda mutleq a ku desthilata Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û got: "Tecrîd peyamek ji bo gelên ku  azadiya xwe di şexs, fikr û felsfeya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin e."

Meryem anî ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were divê çalakî dewam bikin û zextên li aliyên têkildar werin zêdekirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê jî diyar kir ku perwerde û fêrkirin beşekî sereke ya avakirina mirovan e û got: "Em hewl didin bi rêya pêkanîna tezên Rêber Abdullah Ocalan di qada perwerdeyê de vê qadê pêş bixin û nifşekî ku bi azadiya xwe û ya jinan bawer bin, ava bikin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hind El Elî bi bîr xistin ku Rêber Abdullah Ocalan tevahî pirsgirêkên civakî û siyasî bi kurahî analîz kir û wiha domand: "Rêbertî gel, plan û siyasetên pergalên kapîtalîst û desthilatdar keşif kirin. Lewra dewletên kapîtalîst komplo li dijî wî pêk anî da ku wî ji gel dûr bixin. Lê em ê heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re bin û dê armancên hêzên kapîtalîst pêk neyên."

Berdevka Komîtya Jinan a Meclisa Idlib El Xedra Meysûn Elî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên civakê lêkolîn kir, dizanî ku pêwîstiya her pirsgirêkeke civakî bi şîroveyên têrker heye da ku rêyên çareseriyên jê re bêne dîtin. Her wiha bi bîr xist ku Rêbertî azadiya jinan wekî çareseriya tevahî pirsgirêkan nirxand.

Konferans bi mijara duyemîn dewam dike.

(bb)

ANHA