Mehmûd El Mislet: Êrişa li Dêrazorê diyar dike ku rejîm aştiyê û diyalogê naxwaze

Mehmûd El Mislet diyar kir ku êrişên hikumeta Şamê û çeteyên "Dîfa Watanî" li Dêrazorê hemwextî hewldanên MSD`ê yên ji bo diyaloga navxweyî bû. Di heman demê de destnîşan kir ku ji êrişê diyar dibe ku "rejîma Sûriyeyê aştiyê û diyalogê red dike”.

Mehmûd El Mislet: Êrişa li Dêrazorê diyar dike ku rejîm aştiyê û diyalogê naxwaze
8 tebax 2024   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislet têkildarî êrişa li rojhilatê Dêrazorê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanc têkbirina ewlehiya herêmê ye.

El Mislet got: "Em bi tundî êrişên li dijî gel û xelkê me yên li Dêrezorê red dikin. Rejîm û milîsên wê berpirsên van sûcan in."

El Mislet wiha domand: "Me hewl da zemîneke guncaw ji diyaloga navxweyî re amade bikin. Lê ev êrişa hovane û barbarî îsbat dike ku rejîm û milîsên wê aştî û diyalogê red dikin."

Her wiha El Mislet rola mezin û destanî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

El Mislet ev li gotinên xwe zêde kir: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêvî dikin ku birîndar şifa bibin. Em bang li êlên xwe dikin ku li hember fitne û êrişên barbarî yên li dijî ewlehiya herêmê bisekinin."

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa Watanî pêr piştî nîvê şevê ji bendên xwe yên li gundewarê Meyadîn û El Bû Kemal û herêma El Eşare bi çekên giran êrişî rojhilatê Dêrazorê kir. QSD`ê êriş bersivand û nehişt çete derbasî herêmê bibin.

Di êrişê de, dora bajarokê Zîban, Şihêl, Tiyane, Dirnec, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, El Latwa, Xiranîc û Besîra yê rojhilatê Dêrazorê hatin hedefgirtin.

Li gorî agahiyên fermî, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 7 birîndar bûn, 2 stasyonên avê şewitîn.

(şx)

ANHA