Rûspiyên qebîleya El Igêdat: QSD hêza me ye

Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku armanca êrişan, derxistina tevliheviyê di navbera êlên herêmê de ye. Rûspiyan teqezî bi piştgiriya QSD`ê kirin.

Rûspiyên qebîleya El Igêdat: QSD hêza me ye
8 tebax 2024   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûspiyên qebîleya El Igêdat têkildarî êrişa li Dêrazorê daxuyaniyek da. Rûspiyekî qebîleya El Igêdat a li Dêrazorê Hefel Ebûd El Hefel daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê rûspiyên qebîleya El Igêdat û El Bû Camil (Kamil) li Dêrazorê, rewşenbîrên bajêr û xelkê wê, dibêjin em bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ne.

Armanca rejîma Sûriyeyê û hêzên Dîfa Watanî, derxistina tevliheviyê û fitneyê di navbera êlên li herêmê de ye.

Em bi tundî êrişên dijberî hêviyên gelê me û êlên me şermezar dikin. Ew ne nûnerên êlên me ne. Êlên herêmê wana red dikin. Ew tenê xwe û aliyên li dijî berjewendiyên herêmê temsîl dikin.

Di oxira rizgarkirina herêmê ji terorê de bi hezaran ciwanên me şehîd bûn. Em nahêlin tik es, ewlehiya herêmên me yên bi xwîna şehîdan rizgar bûne, têk bibe.

Em baş dizanin ku armanca êrişan, derxistina tevliheviyê û vejandina terorê ye. jilewra bang li êlên herêmê dikin ku bi QSD`ê re bin ji bo ku herêmê biparêzin û bi hev re li hember gefan bisekinin.

Em bang li rûspiyên herêmê dikin ku di piştgiriya QSD`ê de roleke pêşeng bilîzin. Di heman demê de em bang li gelê xwe dikin ku destkeftiyên şoreşê biparêzin û xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin.

Em helwesta yekgirtî ya êlan ya li hember êrişên xedar silav dikin.

Em bang li wan kesên ji hêla aliyên xêrê ji gelê me re nexwazin, hatine xapandin dikin ku vegerin nav xelk û êlên xwe.

Em QSD`ê silav dikin ku bi aqilmendî, bi baldarî û hesasiyeteke mezin bersiva êrişan da û jiyana sivîlan parast. Ji ber ku ev hêz ya me ye û em jê ne."

(şx)

ANHA