Şehîd Demhat Ereb hat oxirkirin
Şehîd Demhat Ereb (Elî Xidir Tahir) ê li Şengalê şehîd bûbû, bi merasîmekê li bajarê Til Hemîsê hat oxirkirin.
Şehîd Demhat Ereb (Elî Xidir El Tahîr) 2’yê Tebaxê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.
Şêniyên bajar û gundên Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran şehîd Demhat Ereb bi merasîmekê li Pakrewangeha Til Hemîsê oxir kir.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf anî ziman ku di oxira jiyana hevbeş û yekitiya nîştimanî de xwîna Kurdên êzidî û Ereban tevlihev bûye û got: "Şehîd Demhat wek ciwanekî Ereb di rêya pêşxistina yekitiya pêkhateyan de kedeke mezin da."
Ji fermandarên QSD’ê Omer Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Demhat re xwest û soza şopandina xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan da.
Di merasîmê de endamê Saziya Olî ya Til Hemîsê Taha Hisên bal kişand ser xwişk û biratiya gelan û got: "Rêber Abdullah Ocalan banga xwişk û biratiya gelan, wekhevî û edaletê di navbera tevahî pêkhateyan de dike."
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Demhat Ereb hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Demhat bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" hat veşartin.
(bb)