Konferansa Sosyolojiya Azadiyê tê lidarxistin

Bi beşdarbûna 250 kesî Konferansa Sosyolojiyê  li bajarê Reqayê tê lidarxistin.

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê tê lidarxistin
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê tê lidarxistin
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê tê lidarxistin
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê tê lidarxistin
Konferansa Sosyolojiya Azadiyê tê lidarxistin
8 tebax 2024   12:57
REQA

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê bi dirûşma "Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min a di jiyanê de ye" li bajarê Reqayê tê lidarxistin. 

Konferans ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hatiye organîzekirin li hola Mişwar a li bajarê Reqayê dewam dike. Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Meclisa Idliba Xedra, Yekitiya Jinên Ciwan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk jî beşdarî konferansê bûne. Di konferansê de dê du mijarên sereke; "Bi sosyolojiya Azadiyê em dozên civakî nîqaş dikin" û  "Azadî li paş dîwarên girtîgehê" werin nîqaşkirin. Di dawiyê de dê encamnameya konferansê were aşkerakirin.

Şêwirmenda Kombûna Jinan a Zenûbiya jiyan Dêrîk axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Asînatê destnîşan kir ku kombûnê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de vê konferansê li dar dixe.

Jiyan Dêrîk îşaret bi şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku şoreş berhema têkoşîna jinan di dîrokê de ye.

Jiyan da zanîn ku gelek zehmetî li pêşiya jinan derketine û hîna derdikevin  û got, lê jin bi vîna xwe û amadebûna di vê konferansê de îsbat kir ku dikare li hember her kesê rola wê sînordar dike, bisekine.

Jiyan Dêrîk "Me bi Sosyolojiya Azadiyê dest pê kir ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan sala 2009`an di şert û mercên herî zehmet de û di girtîgehê de dest bi nivîsandina sosyolojiya azadiyê kir."

Konferans bi nirxandina beşa yekemîn a bi sernavê "Bi sosyolojiya Azadiyê em dozên civakî nîqaş dikin" didome.

(şx)