Hêzên Şamê dîsa êriş kir, QSD’ê bersiv da

QSD’ê berisva êrişeke nû ya hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Dîfa El Wetenî" ya li ser gundewarê rojhilatê Dêrazorê da.

Hêzên Şamê dîsa êriş kir, QSD’ê bersiv da
8 tebax, 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek li ser malperên xwe yên medya dîjîtal weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî derengî şevê careke din êrişî gundên rojhilatê Dêrazorê kirin. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervanên QSD’ê bersiva jêderên êrişê da.

Hêjaya gotinê ye ku hêzên hikumeta Şamê şeva (Sêşem-Çarşem) saet 02.00’an  ji nuqteyên xwe yên li gundewarên Meyadîn, Bû Kemal, Şera êrişî bajarokê Zîba, Şihêl, Teyana, Derenc, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, Letwa, Geranîc û Besîra yên rojhilatê kantona Dêrazorê kiribûn. Şervanên QSD’ê bersiva êrişan dan û êriş têk birin.

Di encama êrişa de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Hêzên Şamê û çeteyên Dîfa El Ewetenî du stasyonên avê jî şewitandin û ji xizmetê derxistin.

(bb)

ANHA