Denîz Firat li Wanê li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Denîz Firat a di êrişa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye li Wanê, li ser gora xwe  hate bibîranîn.

Denîz Firat li Wanê li ser gora xwe hate bibîranîn
8 tebax 2024   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Denîz Firat a di êrişa DAIŞ’ê ya sala 2014’an li dijî Qempa Mexmûrê li dar xistiye de jiyana xwe ji dest daye, di 10’emîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe bi bîr anî. Bîranîn li goristana taxa Xaçxatûn a navçeya Ebexa Wanê hat lidarxistin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Ebexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û malbata Denîzê tev li bîranînê bûn. 

 ‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ TÊKOŞÎNA WÊ’

Endama MKG'ê Zelal Tûnç piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo kedkarên çapemeniya azad ên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî, bi bîr xist ku Denîz Firat di êrîşa 8'ê Tebaxê ya li dijî Wargeha Mexmûrê de li eniya pêş de pîşeya xwe pêk anîn. Zelalê gotina Denîz a “Ez ê bi kameraya xwe têbikoşim, tu here” ya di saetên herî germ ên êrîşê de bi bîr xist û got, “Weke xebatkarên çapemeniya azad em ê têkoşîna heval Denîz Firat bişopînin. Em pênûs û kamerayên wan li erdê nahêlin.”

Piştre Hevserokê MEBYADER’ê Yusuf Dundar axivî û got, “Em hevalên xwe yên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî silav dikin. Denîz Heval di jiyana xwe ya têkoşînê de di nava hevalên xwe de xwedî kesayeteke cihê ye. Heta nefesa xwe ya dawî pênûsa xwe xwar nehiştiye.”

 ‘HEYA KÊLIYA DAWÎ PÊNÛSÊ LI ERDÊ NEHIŞT’

Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Ebexê Pinar Demîr diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin û got, “Denîz Firat û hevalên wê yên têkoşînê; Weke Kurd, jin û kedkarên çapemeniya azad mîraseke mezin hiştin. Em ê têkoşîna wan li hemû saziyên ku em tê de ne bidomînin.”

BANGA PDK’Ê

Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Zuleyha Tunç êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir û bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re da. Zuleyha ji PDK'ê re bang kir: “Di zûtirîn demê de dev ji hevkariya qirêj berdin û dest ji kuştina xwişk û birayê xwe berdin.”

Bîranîn bi qurnefîlên ku li ser gora Denîz Firat hatibûn danîn bi dawî bû.