Parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kir
8 tebax 2024   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.