HPG: Li Geverê 3 polîs hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de li Geverê 3 polîs hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Derb li wesayiteke polîsan hate xistin.

HPG: Li Geverê 3 polîs hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn
8 tebax 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiyên gerîla û êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Geverê;

29'ê Tîrmehê li taxa Cûmhûriyetê ya li navenda navçeya Geverê, li wesayiteke polîsan hate xistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn, derb li wesayitê hate xistin.

1'ê Tebaxê li taxa Ormanê ya li navenda navçeya Geverê li wesayiteke polîsan hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 polîs hatin cezakirin, 2 polîs jî birîndar bûn.

2'ê Tebaxê li qaxa Gundê Sêgûzayê xefikeke kişandina wêneyan a dagirkeran hate îmhakirin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

7'ê Tebaxê saet di 09:00 de li hemberî dagirkerên ku dixwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve biçin bi çekên giran çalakî hate kirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

7'ê Tebaxê saet di 13:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên di nava liv û tevgerê de bûn bi çekên giran destwerdan hate kirin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

8'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke dagirkeran bi sûîqestê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

7'ê Tebaxê saet di 06:30 û 21:17'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

7'ê Tebaxê saet di 13:30 û 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

8'ê Tebaxê saet di 01:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kemîn li pêşiya yekîneyeke dagirker hat danîn û hêzên me dest li helîkopterekê werdan ku dixwest hêzên xwe li qadê dîne.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

7'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

7'ê Tebaxê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

7'ê Tebaxê li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf û Lolanê 2 caran, li herêma Garê qadên Girê, Şiyê 2 caran, li herêma Metwînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Serê Metînayê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 11 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Tebaxê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin."