Li Îranê di rojekê de 29 kes hatin îdam kirin

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê roja Çarşemê 26 kes bi komî, bi giştî 29 kes hatine îdam kirine.

Li Îranê di rojekê de 29 kes hatin îdam kirin
8 tebax 2024   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêcê ye da zanîn ku Îranê 26 kesên li Girtîgeha Gezel Hezar a li nêzî Tehranê û 3 kesên din ên li girtîgehên cuda îdam kirine.

Hate ragihandin ku kesên hatine îdamkirin ji ber sûcên kuştin, tiryak û destdirêjiyê dihatin darizandin. Di navbera kesên hatine îdamkirin de du welatiyên Efxan jî hebûne.

Ajanseke mafên mirovan a DYE’yê û navendeke mafên mirovan a New Yorkê jî  ragihand ku li Kerecê herî kêm 20 kes hatine îdamkirin.

Li gorî IHR’ê li Îranê di salên dawî de îdamkirineke bi vî rengî ya komî pêk nehatiye. Herî dawiyê di sala 2009’an de îdamkirina komî ya di vê rejeyê de pêk hatibû.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî piştî Çînê welatê herî zêde lê cezayên îdamê tên sepandin, Îran e.

Li gorî aktîvîstên mafên mirovan, Îran ji serhildana Jin Jiyan Azadiyê heya niha li hemberî tevgera protestoyê cezayên îdamê weke bêdengkirinê bi kar tîne û li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Piştî ku jina ciwan a Kurd Jina Emînî ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê hatibû qetilkirin, serhildaneke mezin destpê kiribû. Di kêliyên protestoyan de hêzên dewletê bi sedan kes qetil kiribûn.

Dîrektorê IHR’ê Mahmûd Amirî- Mohaddam têkildarî mijarê hişyarî da û ev yek anî ziman: "Eger ji raya giştî ya navneteweyî bertekeke tund neyê nîşandan, dibe ku di mehên pêş de Komara Îslamî ya Îranê li gelek kesan cezayê îdamê bibire."

RESAI DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE YE Û ÎDAMKIRINA BI BEYANÊN DEREWÎN

Roja Çarşemê gelek komên mafên mirovan li hemberî îdamkirina girtiyê Kurd ê bi navê Riza Resaî nerazîbûnên xwe nîşan dabûn. Resaî bi hinceta ku di dema protestoyan de tevlî bûyera kuştina Muhafizeke Şoreşê bûye, dihate darizandin û di Kanûna Pêşîn a sala 2023’yan de cezayê îdamê lê hatibû birîn.

Her wiha bêyî ku malbat û parêzerê Resaî werin agahdarkirin, ew bi awayekî veşartî hate îdamkirin. Li gorî Rêxistina Efûyê piştî îdamkirina Resaî zor li malbata Resaî hatiye kirin ku cenazeyî wî li dûrî mala wî were veşartin.

IHR’ê ragihand ku Resaî aniye ziman ku ew bi darê zorê anîne dadgehê û îfadeyên wî bi êşkenceyê hatine girtin û dadgerê dadgehê jî ev yek paşguh kirine û biryar daye.

Têkildarî serhildana Jin Jiyan Azadiyê heya niha herî kêm 10 kes hatine îdamkirin.