‘Armanca girtina sê partiyen siyasî veşartina peymanên ku dane Erdogan e’
Hizba Komînîst a Karkerên Kurdistanê ragihand ku ev biryar dadweriya Iraqê ya li dijî tevgera azadiya sînordarkirina azadiyên siyasî ye ku bi armanca veşartina lihevkirinên ku hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê îmze kirine, ye.”
Encûmena Dadweriya Bilind a Hilbijartinên Iraqê 6’ê Tebaxa 2024’an biryara girtinê derbarê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Bertekên li dijî vê biryarê her ku diçin berfirehtir dibin. Hizba Komînîst a Karkerên Kurdistanê jî derbarê biryara girtina her sê partiyan de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin:
“Ev biryar ne tenê li dijî azadiya tevgera siyasî ya partiyên siyasî û sînordarkirina azadiyên siyasî ye, her wiha pêngaveke siyasî û tepeseriyeke eşkere di bin navê qanûnê de ye, ku armanca wê veşartina lihevkirinên hikûmeta Iraqê û Herêmê li gel dewleta Tirkiyê ye. Bêdengiya desthilatdaran li beramberî biryara girtina partiyan, tenê ji bo veşartina rûyê siyaset û peymanên diziye ku soz dane Erdogan. Lê li aliyê din dewleta Tirkiyê ye ku destdirêjî û serweriya Iraqê kiriye.
Ev biryara Encumena Dadwerî ne tenê peyameke ji bo sînordarkirina azadî û azadiya tevgera siyasî, heta metirsiyeke li ser her partiyek siyasî ku nekeve pêşiya berjewendiya çîna desthilatdar. Ji ber wê jî divê hem li Iraq û hem jî li Kurdistanê dive nerazîbûnên partî û xelkê azadîxwaz bilind bibe û desthilatên Iraqê neçar bike ku dev ji vê yekê berde.
Em wek Hizba Komînîst a Karkerên Kurdistanê vê biryarê şermezar dikin. Em vê biryarê wek gaveke sînordarkirina azadiya tevgera siyasî û çalakiyên partiyan dinirxînin. Em sekna xwe ya li kêleka hemû deng û nerazîbûnên ku ji bo hilweşandina vê biryara zordar derdikevin, nîşan didin.”