Bavê şehîdekî Dêrazorê êriş vegot
Bavê Îmad El Hetab ê di êrişa hêzên hikumeta Şamê û "Dîfa El Wetenî" de şehîd bûbû, kêliyên êrişê vegotin.
Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Dîfa El Wetenî" êrişî gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir û di encama êrişî de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Her wiha zirarên madî çêbûn.
Bavê Îmad El Hetab ê di êrişa li gundê Letwa yê bajarê Zîbanê de şehîd bûbû, Celal El Hetab kêliyên êrişê vegot.
Celal El Hetab got: "Saetên dawiya şevê bi dijwarî top bi ser bajarokê me Zîbanê de dibariyan. Guleyek li nava mala min ket û kurê min Îmad ê 25 salî bû qurbanî. Her wiha keça pismamê min Beşûş Setam Dewas a 20 salî bi giranî birîndar bû. Me ew rakir nexweşxaneya bajarê Hesekê, lê rewşa wê pir giran e."
Bavê şehîd El Hetab got: "Em di malên xwe de, êrişî me dikin, çima? Em ê biçin ku derê? Ma ew qas şer û koçberî ne bes in? Lê naxwazin em bi aramî û ewlehî bijîn."
(bb)
ANHA