Ji Kobanê bangewaziya lezgîn: Xelk rastî qirkirinê tê

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hac Îsa ji bo dorpêça li ser bajarê Kobanê bangewazî kir û destnîşan kir ku rewşa jiyanê zehmet e, pêdiviyên jiyanê namînin. Gelê Kobanê ku di nav wan de koçber jî hene rastî qirkirinê tên.

Ji Kobanê bangewaziya lezgîn: Xelk rastî qirkirinê tê
24 ÇILE, 2026   14:52
KOBANÊ

Derbarê dorpêça li ser bajarê Kobanê û bandorên ku bi xwe re tîne Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hac Îsa ji ANHA`yê re axivî.

Ferhan Hac Îsa diyar kir ku Kobanê di rewşeke herî zehmet de ye, li aliyekî dorpêçkirî ye û li aliyeke din şer û pevçûn derdora wê hene. Av, kehrebe, internêt û pêdiviyên jiyanê tune ne. Li hember vê yekê jî helwesta xelkê li Kobanê jî berxwedan e û wiha dom kir: “Tişta ku roj bi roj di nava bajar namîne, pêdiviyên jiyanê ne. Ji ber dorpêçê xelkê Kobanê niha rastî qirkirinê tên. Rewşa dermanan û nexweşxane di metirsiyê de ne.”

Ferhan Hac Îsa bal kişand ser zêdebûna şêniyên li bajarê Kobanê û da zanîn ku hejmara şêniyan gelek e, gelek koçberên Tebqa, Reqa, Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Kobanê ne. Cih û warê ku ew koçberan lê bi cih bikin, tune ye. Wan beşeke mezin ji koçberan li dibistan, bexçeyên zarokan, mizgeft û saziyan bi cih kirine. Lê bi hezaran kes di vê rewşa berfê û seqemê de li derve dimînin û li derve radizên jî.

Ferhan Hac Îsa destnîşan kir ku ji bo parastina şêniyan li Kobanê divê mudaxeleyeke lezgîn bê kirin. Êdî piştgiriyên ku tenê gotin dimînin têrê nakin, Kobanê bi hacetî xwarin û vexwarinê ye.

Ferhan Hac Îsa da zanîn ku pişt ku komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê dest danîn ser bendava Tişrînê, rê bi temamî di navbera Kobanê û derdorê hate girtin, av, kehrebe, rêya anîna xwarin û dermanan jî hate girtin. Bi rêgirtinê niha rengê jiyanê li Kobanê tê qutkirin.

Ferhan Hac Îsa bang li hemû kesên ku behsa nirxên mirovahiyê û piştgiriya xelkê Kobanê dikin, hêzên navneteweyî û saziyên mirovahiyê kir ku bi awayeke demildest destwerdana rewşa Kobanê bikin.

(sb)

ANHA