Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

Heyva Sor a Kurd ragihand ku 5 zarok li Kobanê ji ber serma û nebûna germkirin û pêdiviyên bijîşkî jiyana xwe ji dest daye û ji bo rakirina dorpêçê û parastina jiyana sivîlan banga destwerdana navneteweyî kir.

Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir
24 ÇILE, 2026   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku 5 zarok li Kobanê ji ber serma û nebûna germkirin û pêdiviyên bijîşkî jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyekê de hate gotin: "Rewş karesatbar e. Dorpêçkirina berdewam ji bo zarokên mayî, nexweş û kal û pîran cezayê mirinê ye."

Heyva Sor bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û mafên mirovan kir ku "tavilê destwerdanê bikin da ku dorpêçê bişikînin û sotemenî û pêdiviyên alîkariyê bigihîninê.”

Daxuyaniyê diyar kir: "Bêdengiya cîhanê li hember zarokên ku li Kobanî ji ber cemidînê dimirin, şermek e ku li dijî hemû peymanên navneteweyî û mirovî ye.”

Her wiha diyar kir ku karmend û tîmên wê yên alîkariyê amade ne ku piştigiriyê bikin û got: "Embar û pêdiviyên me amade ne. Tiştê ku me asteng dike dorpêç e ku nahêle em zarokan ji serma û mirinê rizgar bikin."

Heyva Sor a Kurd di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir: "Jiyana van 5 zarokan emanetek e di stûyê civaka navneteweyî de. Rê vekin, werin em tiştê ku dikare were rizgarkirin rizgar bikin.”

(k)