Gelê Erdîşê ji bo Rojava meşiya

Bi hezaran kes li Erdîşê li dijî êrişên ser Rojava dakete qadan û meş li dar xist. Di meşê de êriş hatin protestokirin.

Gelê Erdîşê ji bo Rojava meşiya
24 ÇILE, 2026   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Erdîşê a bajarê Wanê, bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrişên li ser rojavayê Kurdistanê meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. 

Bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kobanê dê ji bo DAIŞê bibe goristan” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin û pankartên bi nivîsên “Rojava dê ji bo DAIŞê bibe goristan” û “Rojava xeta me ya sor e” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Parlementer, siyasetmedar, endam û rêbeberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û bi hezaran welatî tev li çalakiyê bûn.