Ji hunermendên fransî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê strana ‘Evîn’

Di salvegera 2'yemîn a Komkujiya Duyemîn a Parîsê de hunermendên fransî bi stranekê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bi bîr anîn.

Ji hunermendên fransî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê strana ‘Evîn’
23 kanûn, 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil ku 23'yê Kanûna 2022'yan li paytexta Fransayê Parîsê di encama êrişekê de şehîd ketin, ji aliyê hunermendên fransî ve hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna cangoriyên Komkujiya Duyemîn a Parîsê, stranek bi navê 'Evîn' hate weşandin.

Stran ji aliyê Cyril L. û Celine G. ve tê gotin û bi dîmen û wêneyên cangoriyên komkujiya Parîsê bi klîbekê hate weşandin.