Komeke iraqî êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê dan rawestandin

Lîwaya Seyîd Şûheda ya girêdayî Heşdî Şebî ragihand ku êrişên xwe yên leşkerî yên li dijî Îsraîlê dane sekinandin.

Komeke iraqî êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê dan rawestandin
23 kanûn, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Lîwaya Seyîd Şûheda ya girêdayî Heşdî Şebî ya Iraqê Kazim Fertusî der barê rawestandina êrişên li ser Îsraîlê de ji medyaya Iraqê re axivî.

Kazim Fertusî da zanîn ku wan êrişên xwe yên li ser Îsraîlê dane sekinandin û sedema vê jî bi agirbesta li Lubnanê ve girê da.

Fertusî got: "Rawestandina êrişên me nayê wateya ku dê her tim wiha bidome. Ev rewşeke demkî ye. Her binpêkirineke agirbestê ya li Lubnanê, dibe ku bibe sedema careke din destpêkirina êrişan. Ji ber ku rawestandina êrişên me, bi berxwedana Lubnanê ve girêdayî ye."