‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’

Yekitiya Xwendekarên Welatparêzên Sûryeyê destnîşan kir ku di çarçoveya hemleya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ de ew ê ji heft salî, heya heftê salî welatê xwe biparêzin.

‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
‘Ji heft salî heya heftê salî lazime em welatê xwe biparêzin’
29 kanûn, 2024   14:50
QAMIŞLO

Yekîtiya xwendekarên Welatparêzên Sûryeyê li taxa Erbawiyê li Peymangeha bilind a Mamosteyan a bajarê Qamişlo têkildarî hemleya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ û xurtkirina seferberiyê, ji 275 xwendekarên Peymangeha Bilind a Mamosteyan re civînek li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtin di derbarê geşedanên siyasî ên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Sûryeyê de nirxandin hatin kirin.

Di nirxandinan de bal hate kişandin li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û li beranberî wê, li ser berxwedaniya dîrokî ya hêzên QSD, YPG û YPJ ku di xeta Tişrîn û Kara Qozaxê dimeşînin hat sekinandin.

Di civînê de qala girîngiya hemleya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ û xurtkirina seferberiyê hate kirin û hate destnîşankirin ku ji bo parastina destkeftinyên şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê, lazime tax, kolan û bajar bên parastin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ de, di asta seferberiyê de, ji heft salî, heya heftê salî ew ê têbikoşin û heya dawî piştgiriya hêzên QSD, YPG û YPJ’ bikin.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD, YPG û YPJ” bi dawî bû.

ANHA

(bm)