Kombûna Jinan a Zenûbya: Dûrxistina jinên xwedî nêrînên cuda binpêkirin e

Kombûna Jinan a Zenûbya li hember daxuyaniyên Ayşe El Dibis daxuyaniyek da û got ev daxuyanî rola pêşeng a jinên sûriyeyî di şoreşê de paşguh dikin. Kombûnê diyar kir ku doza jinan siyasî ye û bi avakirina civakeke demokratîk, wekhev û adil ve girêdayî ye.

Kombûna Jinan a Zenûbya: Dûrxistina jinên xwedî nêrînên cuda binpêkirin e
29 kanûn, 2024   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbya jî li hember daxuyaniyên seroka nivîsgeha kar û barên jinan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de kombûnê destnîşan kir ku jinên sûriyeyî ji bo bidestxistina wekheviyê û edaletê têkoşiya û fedakarî kirin û pêşengiya qadên civakî, aborî, siyasî, parastinê û xweparastinê kir.  

Kombûnê balkişand ser daxuyaniyên Ayşe El Dibis û got: "Birêz Ayşe rola pêşeng a jinên sûriyeyî di şoreşê de, paşguh kir. Ji daxuyaniyên wê diyar e ku bi zanabûn dixwaze têgeha xurtkirina jinan tengav bike. Rola wê di çarçoveyeke teng de û li dijî hêvî û mafên wê de yên di qanûnên navneteweyî û mafên mirovan de hatine misogerkirin, sînordar dike. "

Kombûnê got: "Doza jinan siyasî ye û bi avakirina civakeke demokratîk a adil û wekhev ve girêdayî ye. Dûrxistina bizanabûn a jinên sûriyeyî yên azad ên xwedî nêrînên cuda, binpêkirina mafê derbirînê û avakirina civakê ye."

Siyaset û bernameyên ji bo xurtkirina jinan di hemû qadan de bêne pêkanîn, nûnertiya wê di tevahî deste û saziyan û cihên çêkirina biryaran de dabîn bikin, derfetê li pêşiya wê vekin ku tev li avakirina Sûriyaya demokratîk a dadmend bibin.

Ji bo sazkirina nêrîneke nîştimanî ya giştî ku rola jinan xurt bike û mafên wê biparêze, diyalogeke nîştimanî bi beşdariya tevahî jinên sûriyeyî were lidarxistin.

Dabînkirina azadiya kar û xebatên jinan, piştgiriya jinan bikin da ku karibin armancên xwe pêk bînin û mafên xwe biparêzin.

(şx/k)