,Ji gerîla pîrozbahiya 15'ê Tebaxê

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

,Ji gerîla pîrozbahiya 15'ê Tebaxê
16 tebax 2024   12:07
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Gerîla TV Pîrozbahiya 15'ê Tebaxê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê destpê kir weşand.

Ji fermandarên gerîla Egîd Reşît li ser girîngiya pêngavê axivî, di şexsê fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de şehîd hemû bib îr anî û Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd pîroz kir.

Egîd Reşît diyar kir ku rêya serketinê ya Pêngava 15'ê Tebaxê ji gerîla derbas dibe û got, "Ruhê 15'ê Tebaxê ruhê tolhildanê ye. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê ti carî xwîna şehîdan li erdê nehêlin. Ruhê 15'ê Tebaxê ruhê tolhildana Dersim, Koçgirî, Agirî û Zîlan e. Ruhê tolhildana Şîkak, Helebce, Şengal û Barzan e. Ruhê tolhildana hezaran salan e."

Egîd Reşît gerîlayên ku çalakiyên fedaî kirin bi bîr anî û got, "Em soz didin Rêber Apo, şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd; gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê azadiya Rêber Apo û Kurdistanê misoger bikin.

Piştî axaftinê gerîlayan bi qîrîna dirûşman dilsoziya xwe ya bi Abdullah ocalan û şehîdan re nîşan dan, yek bi yek silav dan hev û li ber stranên Kurdî govend gerandin.