HPG: Fermandar Alan Milazgîr û Doktor Sara Tolhildan şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku Endamê Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Alan Milazgîr û Doktor Sara Tolhildan şehîd bûne û got, "Bi berxwedana xwe ya esîl wê timî ji me re bibin rêber."

HPG: Fermandar Alan Milazgîr û Doktor Sara Tolhildan şehîd bûn
16 tebax 2024   12:20
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya fermandar Alan Milazgîr û Doktor Sara Tolhildan ya ku 21'ê Hezîrana 2024'an li Qada Zapê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Endamê Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hevrêyê me Alan Milazgîr û hevrêya me Doktor Sara Tolhildan 21'ê Hezîrana 2024'an li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê di çalakiya êrişa fedaî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Li Zapê ku artêşa Tirk a dagirker 24'ê Nîsana 2021'ê bi astekê, di 14'ê Nîsana 2022'an de jî li ser bingeha dagirkirina topyekûn êriş kir, yek ji berxwedanên herî mezin ên dîrokê rû da û ev pêvajo hîn jî dewam dike. Li Qadên Berxwedanê yên Çiyayê Reş, Şehîd Şahîn, Cîloya Biçûk, Girê Cehennemê, Şikefta Birîndaran, Kurojahro, Karker, Werxelê, Kokerê, Çemço, Sîda, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Baharê çîrokên lehengiya destanî têne nivîsandin ku mirovahiyê kêm caran şahidî jê re kiriye. Ev qadên ku artêşa Tirk a dagirker dixwest di nava çend hefteyan de dagir bike, bi saya berxwedana dîrokî ya 3 sal in dewam dike, Zap veguherî keleha berxwedanê ku nikare bê bidestxistin.

Artêşa Tirk bi her cûre çekên NATO, teknîka şer a pêşketî û piştgiriya xayinên noker, bi sed hezaran leşker, kontra, cerdevan û çeteyên xwe êrişî gerîlayan kir. Tevî ku ji bejahî û hewayî ve her cûre teknîka xwe ya şer li dijî gerîla bi kar anî jî nekarî encamê bi dest bixe. Di serî de bombeyên taktîk nukleer, gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî, bi her awayî sûcên li dijî mirovahiyê kir, lê belê tevî vê yekê jî nekarî berxwedana gerîla bişikîne.

Yek ji çeperên li Zapê ku agirê berxwedana pîroz lê hil bûye, şerê tunelan bi rengê herî bi heybet û dîrokî lê tê kirin, Tunelên Şer ên Şehîd Dogan ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ye. Bû keleha berxwedanê ya hemdem ku artêşa Tirk a dagirker 3 sal in her cûre çekên qedexekirî li ser bi kar tîne, gazên kîmyewî yên bi jehr berdide nav, bi kepçeyên bi zirx û tankan êriş dike, avê berdide nava tunelên şer û hewl dide berxwedanê bişikîne. Hevrêyên me yên li Tunelên Şer ên li Şehîd Dogan sê salan her cûre êrişên li derveyî mirovahiyê yên dijmin têk birin, li dijî artêşa dagirker timî çalakî kirin, li ber xwe dan û derbên giran lê xistin. Hevrêyên me yên li vê derê bi rastî jî bi îradeyeke awarte ruhê fedaî yê Apoyî gihandin asta herî bilind, hemû zor û zehmetî ji ber xwe rakirin û berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Bûn ew lehengên fedaî yên mezin ên dîroka me ku dewleta Tirk a mêtinger qirker û artêşa wê ya dagirker di çeperekê de sê salan sekinandin û rê nedan.

Fermandarê leheng fedaî yê Apoyî Alan Milazgîr û jin a Kurd a leheng Doktor Sara Tolhildan 21'ê Hezîrana 2024'an ji bo parastina hevrêyên xwe canê xwe kirin çeper û li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke êrişê ya fedaî kirin. Bi ruhekî fedaî yê mezin êriş birin ser baregeha artêşa Tirk a dagirker, astegmenekî bi paye ceza kirin, derbên giran li baregeha dagirkeran xistin û gihîştin asta şehadetê.

Hevrêyên me Alan û Sara ku bûn fermandar, milîtan û afirînerên yek ji berxwedana herî destanî, fedaî û fedakar a dîroka me ya têkoşînê, bi berxwedana xwe ya esîl û dîrokî wê timî ji me re bibin rêber. Em soz didin ku bi rengekî rast xwedî li bîranîna wan derkevin, têkoşîna wan bilind bikin, armanca wan bi ser bixînin, tola wan hilînin û berxwedana wan a dîrokî bikin hinceta serketinên mezin. Sekn û berxwedana bi heybet a Alan û Sarayan wê teqez bi ser bikeve, yên bi ser bikevin wê gerîla bin, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me Alan û Sara û gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Alan Milazgîr

Nav paşnav: Ender Bûdancer

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Xezal-Nûsret

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2024 / Zap

Nasnav: Sara Tolhildan

Nav paşnav: Leyla Aykût

Cihê jidayikbûnê: Edene

Dayik-Bav: Gewrê-Ezîz

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2024 / Zap

ALAN MILAZGÎR

Li dijî êrişên dewleta Tirk a mêtinger qirker ku li ser bingeha îmha û înkarkirina gelê Kurd ava bûye, şerê azadiyê yê gelê me jî bi parçeyî û bi navber jî be sed sal in dewam dike. Ev kevneşopiya berxwedanê ya ku bi Şêx Seîdan destpê kir, bi Serhildana Agirî û berxwedana li dijî Terteleya Dersimê dewam kir, çar aliyên Kurdistanê veguherî navenda berxwedanê. Gelê me bi van berxwedanan re her carê nîşan dan ku li dijî rejîma qirker û dagirker wê di azadiyê û parastina hebûna xwe de israr bike. Herêma Serhedê jî ew herêm e ku ev kevneşopiya berxwedanê timî lê zindî ye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê û êrişê yên dewleta Tirk a mêtinger xelkê me yê li vê herêmê dema ku pêwîstî pê çêbû rahişt çekê û li çiyê şer kir, dema ku pêwîstî pê hebû bi çand, ziman û kevneşopiya xwe hebûna xwe dewam kir. Ji ber vê yekê gelê me yê Serhedê ku çandeke berxwedanê ya dewlemend afirand, bi gava dîrokî ya Rêber Apo re careke din tevlî têkoşîna berxwedanê bû. Bi saya bawerî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re xelkê me ewladên xwe yên herî hêja tevlî nava têkoşîna azadiyê kir, serketina di vê têkoşînê de dît. Ji ber vê jî ti carî dest ji têkoşînê berneda û her roj hewl da berxwedanê mezin bike.

Hevrêyê me Alan Milazgîr li atmosfereke rastiya gelekî bi vî rengî, li navçeya Milazgîr a Mûşê li nava malbateke welatparêz ku bi nirxên civaka polîtîk û exlaqî ya gelê Kurd dijiya, ji dayik bû. Ji ber vê karaktera malbatê hevrêyê me Alan jî li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me hîn di zarokatiyê de têgihiştina Kurdîtiyê hilgirt û bi taybetî kete bin bandora destanên lehengiyê ku ji mezinên xwe guhdarî dikir. Bi saya van destanan hem têkoşîna bênavber a gelê me hem jî rastiya dijmin nas kir. Di heman demê de şahidî ji terora dewletê ya salên 1990'î re kir ku li hemberî gelê me dikir û weke ciwanekî bi rûmet ê gelê Kurd baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê parastina gelê xwe bike û li dijî dewleta Tirk a qirker şer bike. Fêhm kir ku bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare vê bike, ku bi lehengî li dijî dijmin li ber xwe didan. Li ser vê bingehê di salvegera 10'emîn a Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê de sala 1994'an berê xwe da çiyayên Botanê ku navenda têkoşîna me ya gerîla ye û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Alan di demekê de ku şerê azadiyê yê li dijî dijmin bi rengekî bêeman dewam dikir û dijmin êrişên herî giran û tund pêk dianî, tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber vê yekê jî rastiay şer, jiyana, çiyê û gerîla di nava şert û mercên herî giran de hîn bû. Hevrêyê me Alan bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û bêteredût di demeke kurt de di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin pêk anî. Tecrûbeya şer û jiyanê ya salan di nava pratîka çend mehan de hîn bû, xwest demek beriay demekê tola komkujiyên li gelê me hatin kirin hilîne. Di pêvajoyekê de ku dijmin bi hezaran gund şewitand, vala kir û jiyan li gelê me herimand, weke milîtanekî Apoyî ji xwe re kir armanca sereke ku tola gelê me hilîne. Ji ber vê jî di her firsendê de xwest derbê li dijmin bixe, bi saya rêbaza xwe ya bi biryar û daxwaz zû xwe gihand vê armanca xwe. Hevrêyê me ku bi wêrekî û şerkeriya xwe li pêş bû, hîn gerîlayekî ji çend salan bû, bi mîsyona pêşengiyê rabû. Hevrêyê me ew şens dît ku bi gelek milîtanên Apoyî yên hêja û fermandaran re têbikoşe, ji van hevrêyên xwe gelek tişt hîn bû. Hevrêyê me Alan bi tevlîbûna xwe ya sade û durust li her devera ku lê bû, bû cihê hurmet û hezkirinê, wî jî bi mezinkirina têkoşînê xwest bersivê bide van nêzîkatiyên hevrêyên xwe. Demeke dirêj li herêmên Botan û Mêrdînê têkoşiya, wezîfeyên demê bi rengekî hêja bi cih anî û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrê Alan di serî de herêmên Gabar û Mawa li gelek qadên Botanê ma. Di salên 1994, 95, 96, 97, 98, 99'an de ku salên ji şerê herî giran ê pêvajoya ARGK'ê bû bêteredût têkoşiya. Bi îradeya xwe ya ti carî nedisekinî, hemû zor û zehmetî ji holê radikir, bi bawerî û hewldana xwe weke fermandarekî mezin têkoşiya.

Hevrêyê me heta sala 2000'î li Botanê pratîkeke serketî meşand û di nava van salan de tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Tevî ku di van çalakiyan de birîndar bû ti carî ji ruhê têkoşeriyê tawîz neda. Di nava şert û mercên herî giran de bi hevrêyên xwe re bû, piştgirî dida wan ku ev yek ji xwe re kir taybetmendiya herî bingehîn a kesayetiya xwe. Hevrêyê me Alan di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de tawîz ji vê pîvanê neda. Piştî sala 2000'î derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, demekê li vê derê pratîk kir û ev pêvajo weke pêvajoya fêhmkirina Rêber Apo û partiya me PKK'ê ji aliyê îdeolojîk û felsefî ve nirxand. Hevrêyê me bi kûrbûna xwe Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê ya Rêberê me fêhm kir, têgihişt û ji bo bibe şervan û milîtanê vê yekê tevlî têkoşînê bû. Ji bo Pêngava 1'ê Hezîranê ya Dîrokî hîn xurt bike û Şerê Gel ê Şoreşgerî li hemû qadên Bakurê Kurdistanê belav bike sala 2005'an berê xwe da Dersimê. Hevrêyê me Alan li gelek qadên Dersimê têkoşiya, li vê derê di asta fermandariya eniyê û herêmê de wezîfe meşand. Ji bo stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi cih were anîn gelekî hewl da, lewma di dilê xelkê Dersimê de bû xwedî cihekî. Hevrêyê me bi qasî 7 salan li herêma Dersimê şoreşgerî kir, bi rêbaza xwe ya fermandariyê û qîmetê dida hevrêyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê di nava hevrêyên xwe de dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan.

Hevrêyê me sala 2012'an careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya, li vê derê tevlî nava dewreyên perwerdeyê yên îdeolojîk bû, li ser bingeha parêznameyên Rêberê me pratîka derbasbûyî nirxand û dersên pêwîst jê wergirt. Di pêvajoya perwerdeyê de di kesayetiya xwe de guherînên girîng afirand, weke şoreşgerekî Apoyî di asta pêşengiyê de bi berpirsyarî rabû. Bi kesayetiya xwe ya derwêşane weke şoreşgerekî herî bedew dihate naskirin ku hemû hevrêyan dixwestin li gel wî têkoşînê bimeşînin. Hevrêyê me li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya, ji sala 2014'an û pê ve li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me, di serî de Şengal li gelek qadan têkoşiya. Bi taybetî di azadkirina Şengalê de hevrêyê me Alan kedeke mezin da. Li vê derê li gel Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Mam Zekî, Şîlan Goyî, Çeko Çatak, Memo Mêrdîn, Seîd Şengalî, Zerdeşt Şengalî û gelek şoreşgerên pêşeng ên hêja di rizgarkirina xelkê me yê Êzidî de bi roleke dîrokî rabû. Piştî ku wezîfeya xwe ya li vê derê bi rengekî hêja bi cih anî careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê, careke din tevlî nava perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû û di perspektîfa şerê gerîla yê dema nû de xwe kûr kir.

Hevrêyê me Alan pêvajoya perwerdeyê bi rengekî serketî temam kir, hêzeke mezin wergirt û derbasî Zapê bû. Li Zapê bêrawestan gelek wezîfe meşand. Pêşengî û kedkariya wê pêvajoyê kir ku Zap kir keleha berxwedanê ya dîrokî. Bi eşq û baweriya serketineke mezin tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû ku Zap veguherand qadeke berxwedanê ya ku artêşa Tirk a dagirker nekarî jê derbas bibe û mîmariya pêngavê kir. Pêşengî ji pêngavê re kir ku derbên mezin ên dîrokî li dagirkeran xist ku ti carî nekare ji bîr bike. Dema ku li Zapê bû ji bo kêliyekê jî ji hevrêyên xwe yên têkoşînê cuda nejiya, her tim bi wan re di heman çeperê de berxwedaneke demdirêj bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê jî beriya fermandariyê ji hevrêyên xwe re her tim bû hevrêyekî baş. Hevrêyê me Alan ket cîhana hundirîn a hemû hevrêyên xwe, ew nas kir, wesfên fermandariya Apoyî ya heqîqî bi cih anî. Lewma hevrêyê me Alan ji hevrêyên xwe re bû cihê baweriyê, bi rengekî serketî Fermandariya Eyaleta Zapê kir. Di pêvajoya berxwedanê ya sala 2021'ê de Fermandariya Eyaleta Zapê kir, bi pêşengiya xwe ya ji vê berxwedanê re navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyên me yên li Zapê ku di her kêliyê de hevrê Alan li gel xwe hîs dikirin, bi baweriyeke mezin li dijî dijmin bi fedaîtî şer kirin. Hevrêyê me Alan di destpêka sala 2022'an de ji Fermandariya Eyaleta Zapê ji bo Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hate tayînkirin.

Hevrêyê me Alan weke endamekî Fermandariya Sewq û Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 14'ê Nîsana 2022'an li dijî êrişa dagirkeriyê ya berfireh a li ser Zapê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hîn mezin kir. Bi wan şervanan re têkoşiya ku her bihost û girê Zapê kirin qada berxwedanê ya mezin. Hevrêyên me bi hêza ji vê sekn û wêrekiya hevrêyê me Alan wergirtî, berxwedana Çiyayê Reş, Şehîd Şahîn, Cîloya Biçûk, Girê Cehennem, Şikefta Birîndara, Kurojahro, Karker, Werxelê, Kokerê, Çemço û Sîdayê afirandin ku li hiş û bîra gelê Kurd û dîroka me ya têkoşînê navê xwe nivîsandin. Fermandar Alan Milazgîr rêbaza şerê tîm ê pispor ê gerîlatiya dema nû li qadê û tunelên şer meşand û derbên herî giran ê dîrokê li artêşa Tirk a dagirker xist. Hevrê Alan bi pêşengiya xwe ya di şer de, bi wêrekiya xwe ya mezin bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Ji bo dilsoziya bi her hevrêyên li Zapê bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn, ji xwe re kir wezîfe ku tola şehîdên me yên leheng hilîne û têkoşîna xwe meşand.

Hevrêyê me Alan zanîbû ku fermandariya li nava PKK'ê bi kedeke hîn mezin û fedakariyê dibe, bi vê têgihiştinê tevgeriya û di nava jiyana xwe ya têkoşînê de dilsozê vê rastiyê ma, pêwîstiyên milîtaniya Apoyî bi cih anî. Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser tunelên şer ên li Şehîd Dogan a li Sîdayê, weke fermandar tevlî berxwedana dîrokî bû. Weke fermandarekî fedaî û fedakar ji hevrêyên xwe bêhtir hindikî raza, hîn bêhtir kar kir, hîn bêhtir têkoşiya. Her tim li ser taktîkan fikirî, fedakarî kir û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di pêvajoya berxwedanê de ji pîvanên jiyana azad û rêxistinî ti carî tawîz neda. Baş zanîbû ku pîvanên jiyana azad li dijî dijmin çeka herî mezin e û rêbaza fermandariyê ya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir û pêşengî kir.

Hevrêyê me Alan şert û mercên zehmet ti carî li pêşiya têkoşîna xwe weke astengî nedît, 2 salan li tunelên şer ên Şehîd Dogan ên Sîdayê pêşengî ji berxwedaneke dîrokî ya li dijî dijmin re kir. Baweriya xwe ya bi azadiya gelê me û dilsoziya bi Rêberê me re di vê pêvajoyê de hîn xurt kir û tunelên şer veguherand kelehekê. Li gel israra hevrê û rêxistina me jî red kir ku şer li qadeke cuda bi rê ve bibe, tercîh kir ku bi hevrêyên xwe re li heman çeperê bimîne û di vê biryara xwe de ji bo kêliyekê jî teredût nekir, heta kêliya dawî bi fedaîtî şer kir. Hevrêyê me Alan di çalakiya xwe ya dawî de hem derbeke mezin li dijmin xist, hem jî careke din nîşanî dijmin da ku milîtanên bi îdeolojiya Apoyî têk naçin. Hevrêyê me Alan bi can ji bo pîvanên jiyanê yên Apoyî şer kir, ji şerê azadiyê yê bi rûmet ê gelê me tawîz neda û heta kêliya dawî şer kir. Weke fermandarê pêşeng ê şerê tunelan ku taktîka me ya dema nû ye, bû yek ji fermandarên di dîroka me ya têkoşînê de bû sembol. Weke hevrêyên wî em soz didin ku hêjayî keda mezin a fermandar Alan Milazgîr bin, hêjayî berxwedana wî ya destanî bin û armancên wî li Kurdistana azad pêk bînin.

SARA TOLHILDAN

Hevrêya me Sara weke endama malbateke ji eşîra Mamxurî ya kevn ku bi welatparêziya xwe ya li Kurdistanê tê naskirin, li Edeneyê ji dayik bû. Lê piştre malbata wê vegeriya Elkê û ew li vir mezin bû. Bi çand û kevneşopiyên Kurdewarî yên ji malbata xwe mîrate girtiye, mezin bûye. Ji bo vê jî ji temenê biçûk ve miroveke bi cewher bû û karekterekî xurt bi dest xist. Weke her zarokeke Kurd, hevrêya me ya ku partiya me PKK'ê ji temenê biçûk ve bihîstî, bi xeyala dîtina gerîla mezin bû. Hevrêya me ya ku dixwest vê xeyala xwe pêk bîne, her şev çavê wê li rêya gerîla bû. Tevî ku hê ciwan bû jî, bi dilê xwe yê mezin wateya gerîla ya ji bo gelê me hîs kir. Dîsa mîna her zarokekî Kurd hevrêya me ku rastiya dijmin ji êrîş û komkujiyên li ser gelê me dizanî, di dema xwe ya dibistanê de hê zêdetir bi vê rastiyê re rû bi rû ma. Di dibistanê de fêm kir ku armanca dawî ya dijmin, bi pêkanîna qirkirinê re tinekirina gelê me ye û hewl da xwe biparêze. Hevrêya me Sara, fêm kir ku dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet hewl dide zarok, ciwan û bi taybetî jî jinên Kurd ji têkoşînê dûr bixe û ev siyaset hişt ku nakokiyên wê zêde bibe. Li ser vê bingehê hevrêya me derfet dît ku têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Bi lêhûrbûnên ku jiyaye re, şahidî ji têkoşîna gerîla ya destanwarî kir û fêm kir ku partiya me PKK’ê alternatîfa jiyana azad e. Lê belê hevrêya me Sara ku di wan serdeman de di nava sîstemê de hê bêhtir di nava lêgerîna azadiyê de bû, di dema ku li Amedê dest bi zanîngehê kir de, lêgerîn û lêhûrbûna xwe ya li ser jiyanê kûrtir kir. Bi van lêhûrbûnan re fêm kir ku sîstem mîna ku wê dixe nava qefesê û azadiya wê jê distîne. Hevrêya me pêbawer bû ku ev yek bandor li moral, hest û kêfxweşiya jiyanê dike û li ser vê bingehê, dest bi lêgerîna li rêyeke derketinê kir. Hevrêya me li dijî sîstema kapîtalîst a takekesî ku dibe sedema hilweşîna zîhnî, fîzîkî û hestiyarî, her tim bawer kiriye ku jiyaneke cuda pêkan e. Hevrêya me di salên xwe yên zanîngehê de ciwanên welatparêz ên şoreşger nas dike û piştî wê ji bo baştir fêmkirinê dest bi xwendina parêzname û analîzên Rêber Apo kir. Hevrêya me piştî her pirtûka ku dixwend xwîngerimtir dibû û pê re kêfxweşiya jiyana azad ji nû ve bi dest xist. Hevrêya me hê bêhtir bi wate li jiyanê nêrî û bi hemû hebûna xwe bawer kir ku alternatîfa jiyana azad felsefe û paradigmaya jiyanê Ku Rêber Apo pêş xistiye. Hevrêya me Sara ji bo ku cihê xwe di nava jiyana ku jin lê pêşeng in de bigire, kedeke mezin raber kir. Weke jineke ciwan a Kurd hevrêya me pê bawer bû ku yekane rêya bersivdayîna li komkujiyên li hemberî gel û jinên me û xwegihandina jiyaneke azad û bi rûmet, tevlîbûna li nava refên gerîla li çiyayên Kurdistanê bû û li ser vê bingehê di sala 2014’an de ji zanîngehê derket û berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ya ku ji temenê zaroktiyê ve bi hesreta dîtina gerîla mezin bû, dema ku gerîla dît xwe weke mirovê herî bi şans hîs kir. Ji bo vê kêfxweşiyê bi wate bike û zemîna tevlîbûneke bi coş amade bike, derbasî perwerdehiya şervanên nû bû. Hevrêya me bi perwerdeyê re hemû hûrgiliyên jiyana çiyê hîn bû û hebûna jinê ya di nava xwezayê de weke azadiya rasteqîn pênase kir. Di serdema ku hevrêya me tevlî nav refên gerîla bû, li gelek qadên Kurdistanê bi taybetî li Şengal û Rojavayê Kurdistanê êrîşên dijwar li ser gelê me hebûn û dewleta Tirk a qirker amadekariya konsepteke êrîşê ya nû dikir û ev jî bû sedem ku hevrêya me Sara zêdetir bala xwe bide ser perwerdehiya leşkerî. Hevrêya me Sara ku di vê hêlê de xwedî xwestekên mezin e û bi însîyatîva xwe tê naskirin di demeke kurt de pêşketinên girîng pêk aniye. Di heman demê de hevrêya me ku tecrûbeyeke girîng a îdeolojîk bi dest xist, bi tevlîbûneke xurt û kesayetiya xwe ya durust bawerî da hevrêyên xwe. Ji bo vê jî di gelek xebatên girîng de cih girt. Hevrêya me Sara di van xebatan de baweriya hevrêyên xwe vala dernexist û bû xwedî pratîkeke serketî. Ji aliyekî ve hevrêya me xwe di pratîka gerîlatiyê de pêş xist, li aliyê din jî hewl da ji aliyê îdeolojîk ve hîn bêhtir kûr bibe. Bi taybetî ji bo fêhmkirina rastiya Rêbertî kedeke mezin da. Hevrêya me Sara diyar kir ku di serdema me de li dijî îxanet û înkarkirina heqîqetê, mirovahî dikare bi paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistî re, mîmarê jiyana azad be. Hevrêya me Sara diyar kir ku ev rewş ji bo gelê Kurd navê vejînê ye û bawer kir ku têgihîştina Rêbertî tê wateya jiyanîkirina fikrên wî.  Ji bo vê jî hevrêya me ku tim tevlîbûna xwe di ber çavan re derbas dikir, ji bo ku tevlîbûneke xurt pêk bîne her tişt kir. Hevrêya me weke gerîlayeke YJA Starê di serdemeke wiha de ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me û Tevgera me giran bûyî, dixwest xwe di hêla leşkerî û îdeolojîk de perwerde bike û di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bibe.

Li ser vê bingehê, hevrêya me ku ewilî perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dît, ev perwerde bi rengekî serketî qedand û piştî vê perwerdeyê li ser pêşniyarên hevrêyên xwe li qada tenduristiyê xwe perwerde kir. Hevrêya me Sara ku perwerdeya xwe ya tenduristiyê bi rengekî serketî qedand, bû yek ji bijîşkên gerîla. Hevrêya me ya ku di ferqa berpirsyariya xwe ya mezin de bû, xwest biçe qadên ku şer lê giran bûye û birînên hevrêyên xwe yên ji bo hebûn û azadiyê li dijî mêtîngeran şer kirin û birîndar bûn, bipêçe. Li ser vê bingehê hevrêya me ku pêşî berê xwe da herêma Avaşînê, li vê derê bû xwedî pratîkeke girîng û serketî. Hevrêya me Sara weke bijîşkekê, hevrêyên xwe bi baldarî û bi hesasiyeteke mezin tedawî kir, êşa her hevrêyeke xwe di dilê xwe de hîs kir û hêz û moral da wan. Hevrêya me di vê pêvajoyê de karî bi sekna xwe bandor li hevrêyênl xwe bike û bû xwedî tecrûbeyên gelek binirx. Her wiha bû şahidê şehadeta gelek hevrêyan di nava şer de û ev şehadet ji bo xurtkirina têkoşînê bû wesîle.

Hevrêya me Sara ku piştî pratîka xwe ya serketî li Avaşînê derbasî herêma Zapê ku bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka me ya têkoşînê dinivîse, ji 2021'an dema ku êrîşên dijmin dest pê kirî bi rengekî fedaî têkoşiyaye. Hevrêya me Sara ji aliyek ve hevrêyên xwe yên di şer de birîndar bûne derman dikir, li aliyê din jî ji bo mezinkirina berxwedanê di nava her xebatê de cih girt. Tûnelên berxwedanê yên Sîda ku bû keleha berxwedana hemdem, tevî êrîşên dijmin ên bêperwer bi hemû teknîka xwe û çekên qedexekirî roleke dîrokî lîst. Hevrêya me Sara ji bo ku tûnelên Şehîd Dogan bibe keleha berxwedanê hem gelek ked da û hem jî heta nefesa xwe ya dawî îsrar kir ku li tunelên şer ên Şehîd Dogan bimîne û nêzî 3 sal li vir bi awayekî fedaî li ber xwe da. Hevrêya me Sara ku xeta azadiya jinê û ruhê milîtaniyê yê têkneçûyî yê partiya me PKK-PAJK'ê li Tunela Berxwedanê ya Sîdayê, bi sekna xwe û berxwedana xwe ya dîrokî ya ku pêş xistî, karî bibe yek ji fermandarên sembol ên şerê tunelê ku bi fedekariyên mezin pêk anî. Hevrêya me Sara ku di her kêliya jiyana xwe de girêdana xwe ya îdeolojîk a bi Rêber Apo û jiyana azad re bi rengekî serketî xist pratîkê, bi berxwedana ku zêdeyî sê sal in tê meşandin re pêşengî ji serketina taktîkên gerîla yên serdema nû re kir. Weke hevrêyên wan em di şexsê hevrêya xwe Sara de soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hemû şehîdên xwe li Kurdistana azad zindî bihêlin."