Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 

Şandeyek Başûrê Kurdistanê ku ji parlamenter û nûnerên partiyên siyasî pêk tê, alîkariyek dermanan ku ji 2 hezar paketan pêk tê, gihandin Qamişlo.

Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
Ji Başûr 2 hezar paketên dermanan gihîştin Qamişlo 
26 ÇILE, 2026   13:02
QAMIŞLO

Hatina alîkariyên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê didome. Îro jî şandeyeke ku ji parlamenter û nûnerên partiyan pêk tê, beşek din a alîkariyan anîn bajarê Qamişlo. 

Alîkariya ku ji 2 hezar paketên dermanan pêk tê, teslîmî Hevya Sor a Kurd hat kirin.

Di dema teslîmkirina ku li pêşiya avahiya Hevya Sor a Kurd de, li ser navê şandeya Başûr Parlamenter Elî Heme Salih axivî.

Elî Heme Salih destnîşan kir ku wana 2 hezar paketên tenduristiyê anîn û gelek paketên din ên dermanan jî di rê de ne.

Heme Salih anî ziman ku wekî alîkarî wê ard jî were şandin.  

Heme Salih da zanîn ku di vê pêvajoya zehmet de piştgirî û yekbûna Kurdan girîng e û wiha dom kir:  "Ji hemû aliyan ve alîkarî tê kirin, hêvîdarim ku ev alîkarî berdewam bikin. Ev di heman demê de hêzeke manewî ye. Li vir pêwîstiyên herî sereke derman, ard û şîr e."

Heme Salih anî ziman ku ew li ser navê xelkê Başûr li  vir in û ev tişt anîn ziman:  "Di van demên zor û zehmet de em piştgiriyê dikin. Ji bo me tu ferq di navbera Qamişlo, Amed, Sine, Silêmanî û Hewlêr de nîn e. Kurdistan yek Kurdistan e. Em bi xebatên madî, xwepêşandan, civakî û dîplomasî piştgiriyê dikin. 

Heme Salih di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwepêşandanên li Başûr û Ewropayê çêdibini û got: "Bandoreke gelekî mezin çêkiriye. Lewma divê ev çalakî heta ku agirbest mayinde dibe, bidomin.  Nakokiyên kê hebin bila deynin aliyekê û bi yek helwestî tevbigerin.

Li sernavê Hevya Sor Dilgeş Cuma Îsa jî, ji ber alîkariyên hatine, spasiyên xwê pêşkêş kirin. Cuma Îsa diyar kir ku ewê dermanan bidin nexweşxaneyan û cihên pêwîst.

(ekip/a)

ANHA